Ciwanên Girkê Legê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Girkê Legê êrişên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser Herêmên Parastina yên Medyayê şermezar kirin.

Ciwanên Girkê Legê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
15 gulan, 2022   19:01
QAMIŞLO

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger A Sûriyê li qada Şehîd Xebat a navçeya Girkê Legê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker, kom bûn.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Girkê Legê daxuyaniya tevgerê ya têkildarî êrişan xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên li ser Herêmên Parastina yên Medyayê hatin şermezarkiirn.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em van êrişan wek êrişên li dijî îradeya xwe dibînin, ji ber wê jî em careke din teqez dikin ku bi hêzên xwe re ne."

Di dawiya daxuyaniyê de, seferberiya giştî û mezinkirina têkoşînê hat ragihandin.

ANHA