Zêdetirî 14 hezar xwendekar tev li ezmûnên dawiya salê bûn

Li herêma Efrînê zêdetirî 14 hezar û 739 xwendekar tev li ezmûnên dawiya salê bûn.

Zêdetirî 14 hezar xwendekar tev li ezmûnên dawiya salê bûn
Zêdetirî 14 hezar xwendekar tev li ezmûnên dawiya salê bûn
Zêdetirî 14 hezar xwendekar tev li ezmûnên dawiya salê bûn
Zêdetirî 14 hezar xwendekar tev li ezmûnên dawiya salê bûn
15 gulan, 2022   13:28
ŞEHBA

Li herêma Efrînê piştî salekê ji perwerdeyadi bin topbaran û koçberkirina li kampan de û di malên kavilkirî û odeyên biçûk de, xwendekarên hemû qonaxên perwerdeyê; seretayî, amadehî û navîn bi her du beşên xwe zanist û wêje tev li ezmûnên dawiya salê bûn

Xwendekar li 70`ê dibistanên li gundên Şehba û navçeya Şêrawa ezmûnên xwe pêşkêş dikin. Li gorî cîgirê hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê Fadil Çawîs, ezmûn dê heta roja çarşemê 25`ê Gulanê dewam bike.

Hejmara xwendekarên qonaxên amadehî û navîn 3 hezar û 325 e û yên seretayî jî 11 hezar û 468 xwendekar e.

Çawîş da zanîn ku tevî topbaranê li dijî herêmê ku gelek caran dibistanan dike armanc, lê dîsa jî ew tê dikoşin , xwendinê berdewam dikin û civaka xwe jî pêş dixin.

Hêjayî bi bîr xistinê ku 20`ê Çileya 2018`an artêşa Tirk di encama topbarana gund û navçeyên Efrînê de 68 dibistan hilweşand û bi dehan xwendekar şehîd û birîndar kir.

(eh)         

ANHA