Ciwanên Dêrazorê êriş û planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi daxuyaniyekê guhertina demgorafî ya ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî pêk tîne û bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî sûcên wê şermezar kir.

Ciwanên Dêrazorê êriş û planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin
15 gulan, 2022   13:58
DÊRAZOR

Endamên Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê li ber navenda xwe ya li Herêma Sebia Kîlo kom bûn û têkildarî êriş û planên dewleta Tirk a dagirker daxuyanî dan.

Endama komîteyê Îbtîsam El-Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bi navê Komîteya Ciwanan û Werzîşê û şêniyên Dêrazorê, em kiryar û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sembola berxwedan û rizgariya gelên bindest, êrişên li ser çiyayên Avaşîn, Zagros, Zap û Metîna şermezar dikin. Em ji dewleta Tirk a dagirker a ku hemû cureyên çekan li dijî gelê azadîxwaz bi kar tîne û siyasetên hovane dimeşîne re dibêjin ku em ê tu carî rê nedin siyasetên wê yên bi armanca qirkirina pêkhateyan û yên guhartina demografiya herêmên dagirkirî."

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hate kirin ku li hemberî siyasetên dewleta Tirk ji bêdengiya xwe derkevin û wiha hate domandin: "Em ê li hemerî vê dijminî bisekinin heta ku gelê me azadiya xwe misoger bike. Em ji Barzanî û partiya wî ya xayîn ê ku gel û xaka xwe firot re dibêjin ku hûn nûnertiya xwe tenê dikin. Ne gel, ne ol, ne netewe û ne jî exlaq vê xiyanetê qebûl dike. Ew sûcdar in şer e, ji bo desthilatdariyê xwe firotiye Tirkiye. Dê dawî li vê desthilatdariyê werê were û bi keda hêzên gerîla yên ku li hemberî êrişan li ber xwe dide, wê îradeya gel biser bikeve."

Di daxwiya daxuyaniyê de hate gotin: "Em ê bi serkevin û ji dewletên kapîtalîst re îsbat bikin ku îradeya gel wê bimîne û zilm û zordestî wê têk biçin."

ANHA