Li Qamişlo Yekemîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî hat vekirin

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo Yekemîn Pêşangeha Pirûtkên Kurdî vekir, tê de zêdtirî 10 hezar pirtûkên kurdî  hatin pêşandan.

Li Qamişlo Yekemîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî hat vekirin
Li Qamişlo Yekemîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî hat vekirin
Li Qamişlo Yekemîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî hat vekirin
Li Qamişlo Yekemîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî hat vekirin
Li Qamişlo Yekemîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî hat vekirin
Li Qamişlo Yekemîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî hat vekirin
Li Qamişlo Yekemîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî hat vekirin
15 gulan, 2022   12:45
QAMIŞLO

 Bi rasthatina Roja Zimanê Kurdî (15`ê Gulanê) û li ser daxwazên gel ên bi rêya malperên medya dijîtal, Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê îro Yekemîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li bajarê Qamişlo vekir.

Dîwana Wêjeyê, Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Yekitiya Nivîskarên Kurd ên Sûriyê, Saziya Zimanê Kurdî û zêdetirî 15 Weşanxaneyên li Rojava beşdarî pêşangehê bûne.

Li gorî Desteya Çandê, armanc ji pêşangehê nîşandana berhemên wêjeyî yên nivîskarên Kurd û derxistina wan ji bo nifşên nû ye yên ku li dibistanên Rojava bi zimanê dayikê perwerdeyê dibînin. Her wiha ji bo pêşandana pirtûkên kevn, çapkirina pirtûkên nû û derxistina wan jî derfeteke nû ye, ku di pêşangehê de zêdetirî 10 hezar pirtûk hatine pêşandan.

Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê û partiyên siyasî jî tev li pêşangehê bûne. Beriya vekirinê, hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telat Yûnis Roja Zimanê Kurdî li gelê Kurd û hemû rewşenbîran pîroz kir û got: “Îro piştî têkoşîneke dirêj, gelê Kurd bêyî tirs bi zimanê xwe yê dayikê dipeyve.”

Telat Yûnis destnîşan kir ku bi hezaran mamosteyên zimanê Kurdî ji bo parastina zimanê dayikê têkoşiyane.

Her wiha diyar kir ku hejmara kesên bi zimanê dayikê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê perwerdeyê dibînin, her diçe zêdetir dibe û xwendekarên nû tev li peymangehên zimanê kurdî û zanîngeha dibin.

Helbestvan Ebûd Mexso jî bi helbestên xwe bal kişand ser girîngiya zimanê kurdî. Piştre li ser zimanê kurdî hunermendên Rojava straneke hevpar gotin.

Hêjayî gotinê ye ku dê pêşangeh 3 rojan bidome, di roja duyemîn de dê bi sernavê “Zimanê kurdî hebûna me ye” semînerek were dayîn, her wiha dê Fîlmê “Kaxiza Sor” ê Hîlala Zêrîn were pêşandan. Di roja sêyemîn de jî dê bi sernavê “Ji bo bîranîna zimanê kurdî” semîner were dayîn û hejmareke pirtûkên nû yên di pêşangehê de bi şahiyekê werin îmzekirin.

(cx)

ANHA