​​​​​​​Panorama hefteyê: Di navbera Şam û Îranê de lihevkirina enerjiyê

Medya xwecihî ya Sûriyê, eşkere kir ku xeta îran-Sûriyê ya enerjiyê di serdana serok Beşar El-Esed a ji bo Tehranê de hat aktîfkirin. Li aliyekî din însiyatîfên hêzên siyasî yên ji bo çareserkirina aloziya Iraqê pir in, lê yek ji wan pêş neket.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Di navbera Şam û Îranê de lihevkirina enerjiyê
15 gulan, 2022   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî behsa serdana Esed a ji bo Tehranê, însiyatîfên hêzên siyasî yên li Iraq û êrişa li ser Sînayê kirin.

WÊ ÎRAN ENERJIYÊ BIDE SÛRIYÊ

Der barê rojeva Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Medya xwecihî ya Sûriyê, eşkere kir ku xeta îran-Sûriyê ya enerjiyê di serdana serok Beşar El-Esed a Tehranê de hat aktîfkirin. Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyê (SANA) diyar kir ku bi îmzekiirna vê lihevkirinê re, dê Îran madeyên enerjiyê û yên bingehîn bişîne Sûriyê lê detayên têkildarî lêçûna vê xetê bi bîr nexistin.

Ev xet, cureyek ji dayîna deynan e ku bank û saziyên malî li gorî baneke diyar didin bi şertê ku aliyê deyn biriye, di dema xwe de deyna xwe dide. Bi lihevkirina her du aliyan, dikarin miqdara deyn zêde bikin.

Xeta yekemîn sala 2013`an bi milyar dolarî û tevî fayîzê hat vekirin, dûre xetek din bi 3 milyar dolaran hat vekirin da ku pêdiviyên welêt ji sotemeniyê pêk bên. Sala 2015`an xeteke din bi milar dolarî hat vekirin. Şamê ev xet di fînansekirina anîna kelûpelan ji derve û pêkanîna projeyan de bi kar anî. Desteka aborî ya Îranê ji bo rejîmê li rex van xetan, di gelek lihevkirinên hevkariya aborî de hatine misogerkirin.

Ji navîna Adarê ve piştî kêmbûna destekdayîna Rûsyayê û rawestandina xetên petrola Îranê, li Sûriyê aloziyeke sotemenî û enerjiyê heye. Li gorî dezgehên çapemeniyê, Şamê ji gelek dewletên Ereban xwest ku bi rêya şîrketên taybet petrolê bidin wê, lê ji ber cezayên aborî yên li ser Sûriyê hatine ferkirin, ev yek pêk nehat. Çavkaniyên aborî yên li Şamê diyar kirin ku ji bilî aktîfkirina xeta Îran-Sûriyê û dîtina çareyekê ji bo şertên Îranê tu rê li pêşiya Sûriyê tune ye. Îran ji bo aktîfkirina vê xetê, dayîna pereyan şert danî.”

MUHLETA AVAKIRINA HIKUMETA BI DAWÎ BÛ Û TU PÊŞKETIN NÎN IN

Têkildarî kar û barên Iraqê jî rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Di ser însiyatîfa serokê Şepêla Sadir Muqteda Sadir re hefteyek derbas bû. Însiyatîf ji bo ku hevbendiya ji zêdetirî 40 parlamanterên serbixwe erka avakirina hikumeta nû bigire ser xwe, hatibû avakirin. Muhleta ji bo wê hatibû dayîn tenê 2 hefte bûn, lê heta niha tu pêşketin çênebûne.

Hemwexît wê, Partiya Demokrat a Kurdistanê dest bi propagandaya însiyatîfeke din a siyasî kiriye lê detayên wê eşkere nekirin. Rayedarên PDK`ê dibêjin ku ku şansa partiyê heye ku xitimandina siyasî ya heyî bişikîne.

Li gorî aliyên siyasî yên iraqî, şansê parlamanterên serbixwe ku hikumeta nû ava bikin, pir kêm in. bi taybet ku gelek ji wan alîgirên Şepêla Sadir û Çarçoveya Koordînekirî ne.

Partiya Demokrat a Kurdistanê roja duşemê dest bi propagandaya însiyatîfa xwe kir, destpêkê berê xwe da hevalbendê xwe Şepêla Sadir û Îtîlafa Sunnî. PDK`ê detayên bêtir têkildarî însiyatîfa xwe eşkere nekirin ku guman hene ew jî bi ser nekeve. Sedem jî ew e ku ev partî ne xwedî vîneke siyasî ye ku karibe nakokiyên bi Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) re çareser bike. Gelo wê çawa karibe hêzên siyasî li ser nêrînekê li hev kom bike?"

DAIŞ ÊRIŞA SÎNAYÊ GIRT SER XWE

Girêdayî kar û barên Misirê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst bi rêya hesabê xwe yê Telegramê duh êrişa li Sînayê girt ser xwe, ku di encamê de efserek û 10 leşkerên misirî hatibûn kuştin.

Rayedarekî leşkerî yê Misirê eşkere kiribû ku artêşa Misirê roja şemiyê, êrişeke terorîst li dijî stasyoneke avê li rojhilatê Qenat Siwêsê têk biriye.

Piştî wê êrişê, serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî endamên Înfaz El-Qanûn ji bo paqijkirina herêmên li bakurê Sînayê ji rêxistinên terorîst erkdar kir.”

ANHA