Li Helebê panelek der barê nasnameya niştîmanî ya sûrî de hate lidarxistin

Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê bi diruşmeya "Nasnameya niştîmanî ya sûrî" bi beşdarbûna gelek kesayetên niştîmanî, nûnerên partiyên siyasî û mixalifên ji gelek parêzgehên Sûriyê  panelek li bajarê Helebê li dar xist.

Li Helebê panelek der barê nasnameya niştîmanî ya sûrî de hate lidarxistin
Li Helebê panelek der barê nasnameya niştîmanî ya sûrî de hate lidarxistin
Li Helebê panelek der barê nasnameya niştîmanî ya sûrî de hate lidarxistin
Li Helebê panelek der barê nasnameya niştîmanî ya sûrî de hate lidarxistin
Li Helebê panelek der barê nasnameya niştîmanî ya sûrî de hate lidarxistin
Li Helebê panelek der barê nasnameya niştîmanî ya sûrî de hate lidarxistin
Li Helebê panelek der barê nasnameya niştîmanî ya sûrî de hate lidarxistin
Li Helebê panelek der barê nasnameya niştîmanî ya sûrî de hate lidarxistin
Li Helebê panelek der barê nasnameya niştîmanî ya sûrî de hate lidarxistin
14 gulan, 2022   19:29
HELEB

Panel li peymgangeha Lîlon a li taxa Eşrefiyê hate lidarxsitin.

Di panelê de du xalên sereke hatin nîqaşkirin; destnîşankirinên nasnameya niştîmanî ya sûrî û sedemên paşketina nasnameya niştîmanî û pêşketina nasnameyên din û ya duyemîn pêşketina nasnameya niştimanî ya sûrî, pêşniyar û encamnam.

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre serokêP Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê Ehmed El-Erec axivî.

Ehmed El-Erec diyar kir ku nijadperestî dê bandoreke mezin li jiyana hevbeş  a gelên Sûriyê bike û got: ''Tevî gelek komplo, teror û fitneyan gelên Sûriyê hevgirtî maye, di vê panelê de ev tişt eşkere dibe.''

Paşê Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Hevbendî ya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê Selam Hisên got, erka partî, kesayetên niştîmanî, dezghên çapemeniyê û saziyên civakî ye ku ji nû ve berhemanîna nasnameya sûrî saz bikin.

Ji rêveberên Şepêla Rêya Guhertina Aştiyane Fatih Camûs got, nakokiya li Sûriyê heye ne li ser esasê nasnameyê pêk hatiye lê belê li ser esasê îdeolojiya pêk hatiye.

Camûs destnîşan kir ku piştî aloziya 15`ê Adara 2011`an dest pê kir, êdî nasname ji ber hin sedeman hat keysbazkirin.

Camûs di dewama axaftina xwe de diyar kir ku Tevgera Azadiya Kurdistanê bi rêya peymanêna stratejîk ên jeosiyasî karîbû rê li ber berzkirina mijara nasnameyan bigire.

Sekretêrê Giştî yê Partiya Ronesans û Guhertin a Sûriyê Sûrî Mistefa Qelecî got "Erdnîgarî yek ji bingehên nasnameya Sûrî ye, lê sînorê Sûriyê ji aliyê Fransa û Brîtana ve bi rêya peyman Sykes-Picot hat xêzkirin, gelê Sûriyê sînorê xwe xêz nekiriye, divê em erdnîgariya xwe lêkolîn bikin."

'DEMOKRATÎKBÛN MISOGERIYA YEKEMÎN A NASNAMEYA NIŞTÎMANÎ YE''

Endamê Meclisa Serokatî ya Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSD`ê Hisên Ezam jî diyar kir ku nasname tê wateya girêdana bi welat re, bê nasname hebûna gel bê wate dimîne.

Hisên Ezam piştrast kir ku nasnameya niştîmanî di avakirina civakeke hevgirtî de alîkarî dide û got, sedemên paşdeketina nasnameya niştîmanî girêdayî tunebûna demokratîkê ye, ew jî pêvajoya zordestiya siyasî, civakî û olî bi jiyana mirovan û rêbazê wan.

Beşdaran jî ji bo parastina xak û gelên Sûriyê ji parçebûnê bal kişandin ser girîngiya yekkirina nasnameya sûrî.

Di dawiyê de nîqaş li ser reşnivîsa biryaran hat kirin da ku encamnameya panelê weke daxuyaniyekê bê dayîn.

-Di encamnameyê de tê gotin pêwîste girîngî bi nasnameya hebeş a niştîmanî bê kirin.

-Nabe ku nasnameya sûrî ya hevbeş, mafên çandî yên pêkhateyan paşguh bike

-Niştîmanbûn tevlîbûna nava Sûriyaya yekgirtî ya demokrat û pirengî ye, sîstema rêvebirên ne navendî ye, xizmeta hemû herêman dike.

-Niştîmanbûna Sûrî çaçoveyeke hemû pêkhate û olan digire nava xwe.

-Divê kar were kirin da ciwan ji bo karê niştîmanî bixebtin û ji bo guhertina rewşa heyî xwedî însyatîf bin.

-Nasnme ji ber ku bijarde û vîne, û ji ber ku berhemeke dîrokî ye, ew di ber komkirina hêz, siyasetmerdar, civaknas û hêzên civakî berpirsyar e.

-Ji dewletê tê xwestin ku bingehên wekheviya maf û erkan peyda bike.

Ji ber ku nasname yek ji sedemên aloziya Sûriyê ye, çareserî bi diyaloga niştîmanî ya navxwe ku gelê Sûriyê tê de beşdar be pêk tê.

-Parastina nasnameya niştîmanî ji hewildanên pişaftinê.

Endamê komîteya amadekar a panelê û endamê nivîsgeha siyasî ya Partiya Hevbenediya Nişetîmanî ya Demokrat a Sûriyêê Selam Hisên di dawiyê de ji ajansa me  re got:" Armanca me ji lidarxistina vê panelê komkirina civakê Sûriyê ye."

Selam Hisên diyar kir ku ew ê li seranserî parêzgeh û herêmên Sûriyê mîna vê panelê lidar bixin.

(bx)

ANHA