Cibraîl Mistefa: Divê hikumeta Şamê li dijî planên Tirkiyê bikeve tevgerê

Hiqûqnas Cibaîl Mistefa bang li hemû pêkhateyên Sûriyê kir ku li dijî projeyên mêtîngeriyê yên dewleta Tirk bi lez tevbigerin û daxwaz ji hikumeta Şamê kir ku peymana Edenê ya bi dewleta Tirk a dagirker re betal bike û li dijî dagirkeriya Tirk li qadên navneteweyî gavan bavêje.

Cibraîl Mistefa: Divê hikumeta Şamê li dijî planên Tirkiyê bikeve tevgerê
15 gulan, 2022   00:46
ŞEHBA- CÛDÎ SÎPAN

Nivîsgeha Meclisa Sûriya Demokratîk a Efrîn-Şehba bi koordîneya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê re, komxebateke diyalogê ya navneteweyî bi navê "Efrîn di navbera dagirkeriya Tirk û berjewendiyên navneteweyî de" li dar xist û tê de hiqûqnas û siyasetmedar yên cîhanê beşdar bûn.

/kr/uploads/files/2022/05/14/194909_-.webp

Li ser girîngiya lidarxistina komxebatê hiqûqnas Cibraîl Mistefa ji ANHA'yê re axivî. Cibraîl  Mistefa got: "Dewleta Tirk a dagirker dosyaya penaberên sûrî îstismar dike. Bi destpêka krîza Sûriyê re dewleta Tirk destwerdan di rewşa Sûriyê de kir û şoreş ji xeta wê derxistin, her wiha rê li ber gelê Sûriyê vekir ku derbasî Tirkiyê bibe. Ji bo eşkerekirina siyaseta dewleta Tirk a li dijî gelên herêmê bi giştî û bi taybet gelê Kurd, me di van demên hestiyar de ev komxebata diyaloga navneteweyî li dar xist."

Mistefa têkildarî xeteriya Mîsaqa Millî li ser Sûriye û Iaqê got: "Di baweriya dewleta Tirk de ye ku qirkirina gelê Kurd û pêkhateyên din ên li herêmê rê li ber pêkanîna projeya Mîsaqa Millî vedike, bi rêya vê komxebatê me siyasetên wê yên ji bo pêkanîna vê projeyê bi dagirkirina herêmên Bakurê Sûriyê, Kerkûk û Mûsil bi kûrahiya zêdetirî 40 km li herêmên ku piraniya wan Sunî ne, eşkere kir. Dewleta Tirk îdia dike ku Heleb, Mûsil, Kerkûk û ev hemû herêm girêdayî axa Împaratoriya Osmanî ne."

' HER KES METIRSIYA PROJEYA OSMANIYA NÛ DIZANE'

Der barê kesayetên ku di komxebata diyalogê de beşdar bûne de, Cibraîl Mistefa diyar kir ku kesayetên navneteweyî, hiqûqnas, akademîsyen û rojnamevan ji Amarîka, welatên Ewropa, Iraq, Misir, Filistîn, kesayetên welatparêz, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên  li hundir beşdarî komxebatê bûn.

Mistefa bi domdarî got: "Bi mûdaxele û beşdarbûna rêvebirê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) mamoste Ramî Ebdurehman, akademîsyen, hiqûqnas û rojnamevanên cîhanê, em têkihaştin ku siyaseta ku AKP'ê dimeşîne ji her kesî re eşkere ye, ji ber ku ew siyaseta dewleta Osmanî ya li ser bingeha tunekirina hemû pêkhateyan û pêkanîna guhertina demografîk li hemû herêman û tirkkirina wan hatiye avakirin. Her kes metirsiya projeya dewleta Tirk a Osmaniya nû ya li Rojhilata Navîn dizane.

Di mûdaxeleyên ku bi rêya malpera Zomê hatine kirin de, gelek pêşniyar hatin kirin, ji nav wan ku doza Efrînê ne tenê doza gelê Efrînê ye, lê dozeke neteweyî û cîhan û hemû gelên bi rûmet eleqedar dike. Her wiha di mûdaxeleyan de bang li rewşenbîrên Ereb hat kirin ku tevbigerin, ji ber ku serkeftina projeya dewleta Tirk li Efrînê serkeftina siyaseta wê li Sûriyê bi taybet û li Rojhilata Navîn bi giştî ye."

' PEYMANA EDANÊ JI BO DEWLETA TIRK HINCET E DAGIRKERIYA XWE LI SÛRIYÊ BERFIREH BIKE '

Cibraîl Mistefa anî ziman ku ku civata navneteweyî tu biryarek nedaye ku destwerdana dewleta Tirk dagirker li axa Sûriyê destdirêjî û dagirkerî ye û wiha domandin: "Mistefa da zanîn ku sedema ku destwerdana Tirkiyê li Sûriyê wekî destdirêjî nayê binavkirin, peymana Edane ye ku di sala 1998'an de hikumeta Şamê bi dewleta Tirk re îmze kiriye û li gorî wê destûrê dewleta Tirk ku destwerdanê di nav axa Sûriyê de bike."

Mistefa her da xuyakirin ku sedema hevkariya hikumeta Şamê bi dewleta Tirk a dagirker re, bêdengiya li hembeî sûcên ku li dijî gelê Efrînê bi taybet û gelê Sûriyê bi giştî têne kirin, peymana Edanê ye.

Cibraîl Mistefa diyar kir ku divê opozisyona niştimanî ya li hundir li hember Peymana Edanayê xwedî helwesteke zelal be û wiha pê de çû: " Ji ber ku betalnekirina wê tê wateya berdewamiya hebûna dewleta Tirk li herêmên dagirkirî. Tevî dagirkirina herêmên Sûriyê, dewleta Tirk bi rêya civînên ewlehiyê yên di navbera îstixbarata Sûriyê û îstixbarata Tirkiyê de, hewl dide şert û mercên destwerdana xwe di nav axa Sûriyê de biguherîne û sînorên destwerdana xwe li şûna 5 km bike 40 km. Lê di rastiyê de destwerdana xwe li axa Sûriyê zêdetirî 30 km e, hikumeta Şamê jî tu gavên cidî neavêtine da ku dawî li dagirkeriyê were."

Mistefa diyar kir ku hikumeta Şamê dikare bi rêya Neteweyên Yekbûyî û Meclisa Ewlehiyê ya NY'yê biryareke navneteweyî bide ku hebûna Tirkiyê li Sûriyê wekî dagirkerî were qebûkirin û Tirkiyê neçar bike ku ji herêmên Sûriyê yên dagirkirî vekişe. Her wiha got: "Hikumeta Şamê ji Neteweyên Yekbûyî nexwestiye ku berpirsyartiyên xwe li hember zerar û sûcên ku heta vê gavê kirine, pêk bîne. Opozisyona hundirîn helwesteke zelal nedaye, ev jî metirsiyê li ser wê çêdike.''

' DEWLETA TIRK LI SER CÎHANÊ XETERE YE '

Der barê nirxandina nêrînên beşdaran de Mistefa got: "Nêrînên wan erênî bûn û giringiyeke wê ya yasayî, siyasî û civakî hebû. Bang li hemû kesayetên birûmet ji Ereb, Kurd, Ermen, Suryan û civaka Rojavayî hat kirin ku li hember gefên dewleta Tirk ku gefê li hemû cîhanê dixwe, yekitiya xwe ava bikin. Komxebata diyalogê di vê dema hestiyar de pir girîng e, ji bo siyaseta dewleta Tirk a dagirker li herêmê eşkere bike."

Mistefa bal kişand ser valahiyên ku dewleta Tirk a dagirker di pêkanîna siyasetên xwe yên li herêmê de bi kar tîne da zanîn ku dewleta Tirk ji siyaseta qirêj û îstismarkirina valahiyên yasayî, şert û mercên siyasî û pirsgirêkên navneteweyî yên cîhanê de sûdê werdigire.

' ENCAMÊN KOMXEBATÊ WÊ BIGIHÊJIN QADÊN NAVNETEWEYÎ '

Hiqûqnas Cibraîl Mistefa di dawiya axaftina xwe de got: "Komxebata diyalogê bi gelek pêşniyar bi dawî bû. Ji wan; her sal 18'ê Adarê wek roja qirkirina komî li dijî gelê Efrînê bê ragihandin. Divê raporeke bi delîl û belgeyan ji Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ew were şandin da ku civînekê li Konseya Ewlekariya li dar bixe, tê de finansekirina çeteyên terorîst ji aliyê dewleta Tirk ve nîqaş bike. Ji aliyê derv eve gelek rapor hene ku îsbat dike çawa dewlat Tirk destekê dide çeteyên Cebhet El-Nusa û Cebhet El-Nusra û komên din û çawa ew şandin  tevahî cîhanê wekî Lîbya, Azerbeyan, Misir û Sûdanê. Ev yek metirsiyekê li ser ewlehiya cîhanê çêke. Divê partiyên opozisyona hundir helwesteke zelal nîşan bide. Divê saziyên sivîl, Rêveberiya Xweser û hiqûqas jî beşdarî komxebatê bibin. Her wiha divê hikumeta Şamê helwestekê li hemberî peymana Edeney bide, ji ber ku Tirkiyê wekî wekî hincetekê li pêşiya civata navneteweyî bi kar tîne, ji ber vê yekê tu biraryeke navneteweyî ku dewleta Tirk wekî dagirker bipejirîne nehatiye girtin. Li ser asta herêmî û navneteweyî komîteyek were avakirin da pêşniyarên di komxebata diyalogê de hatine kirin bişopîne."      

(dx)

ANHA