Ji Dêrazorê banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hat kirin

Meclisa Herêma Rojhilat a bajarokê Hecînê çalakiyek li dar xist, tê de êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê şermezar kir û banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir.

Ji Dêrazorê banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hat kirin
14 gulan, 2022   12:45
DÊRAZOR

Bi sedan şêniyên gundewarê rojhilatê Dêrazorê li pêşiya Meclisa Herêma Rojhilat kom bûn û dest bi xwepêşandanê kir. Çalakvanan wêneyên şehîdan, alên Partiya Sûriya Pêşerojê û QSD`ê rakirin.

Di çalakiyê de hevserokê Meclisa Gel a bajarokê Hecînê Selah El-Selman daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku siyaseta qetilkirin û koçberkirinê ya dewleta Tirk a faşîst bi aramnca ferzkirina hegemoniya xwe li herêmê û zindîkirina xewnên dewleta Osmanî, tê meşandin.

Di berfirehiya daxuyaniyê de îşaret bi siyaseta mêtîngeriyê ya berfireh a hikumeta Tirk li herêmê, dewletên cîran û li dewletên cîhanê hat kirin, nexasim li herêmên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dagirkirî

Her wiha hate diyarkirin ku êdî her kes ji timayên hikumeta Tirk ên li herêmê hayadar e û wiha dewam kir: “Îsbata vê yekê jî êrişên domdar ên li ser bakurê Iraqê ye yên bi destê hikumeta Iraqê û malbata Barzanî tên kirin. Her wiha dagirkirina herêmên Rêveberiya Xweser û qetilkirina zarok û jinan li gel bêdengiya navneteweyî.

Hate destnîşankirin ku daxuyaniyên dewleta Tirk ên ji bo azadî, aştî û jiyana hevbeş îdiayên bê bingeh û ji rastiyê dûr in û hate gotin: “Ew şerê her projeyeke demokratîk li cîhanê dike. Ji ber ku projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêviya gelên herêmê û cîhanê ya rizgariya ji hegemoniya hikumetên dîktator e û di serî de hikumeta Erdogan.”

Di daxuyaniyê de li ser navê şêniyên herêma rojhilat, şêx û rûspiyên herêmê, rewşenbîr, jin, ciwan, cotkar û xebatkaran bang li hikumeta Tirk hat kirin ku rêber Ocalan tavilê serbest brede.

Her wiha bang li NY, Komeleya Mafên Mirovan hat kirin ku rê li koçberiya bi darê zorê û komkujiyan bigirin û li ser sûcên wê hesab ji hikumeta Erdogan bixwazin.

Piştî daxuyanî bi dawî bû, xwepêşandêr ber bi kolanên bajarokê Hecînê ve meşiyan û gihaştin bazara wê. Di dawiyê de beşdaran sloganên şermezarkirina êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmê berz kirin û banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kirin.

(eh)

ANHA