Li Derayê teqîn; 2 endamên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn

Li bajarê Newa yê rojavayê Derayê teqînek rû da. Di encamê de 2 endamên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn. Piştî wê, hêzên ewlehiyê dewriyeyên xwe li herêmê zêde kirin.

Li Derayê teqîn; 2 endamên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn
14 gulan, 2022   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) dengê teqînekê ji bajarê Newa yê rojavayê parêzgera Dera ya başûrê Sûriyê hat bihîstin. SOHR`ê got teqîn li nêzî firina li bajêr pêk hatiye û di encamê de 2 endamên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûne.

Piştî bûyerên hêzên ewlehiyê yên hikumeta Şamê, dewriyeyên xwe li herêm zêde kirin.

(şx)