Li Misirê 3 serçeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin

Artêşa Misirê li Sînayê bi operasyonên serdegirtinê 3 serçeteyên DAIŞ`ê kuştin.

Li Misirê 3 serçeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin
14 gulan, 2022   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera El-Erebiyê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên xwecihî got: "Artêşa Misirê bi hevkariya Yekitiya Qebîleyên Sînayê 3 serçeteyên xeter ên DAIŞ`ê kuştin, ku yek ji wan Cemîl Silêman Zerîî yê bi Ebû Enes tê naskirin. Destê Ebû Enes di teqînên Taba de heye û sala 2011`an ji girtîgehê reviyabû."

Malpera El-Erebiyê eşkere kir ku “Ebû Enes” tevî kurê xwe û çeteyekî din li avahiyeke Gerînendetiya Tenduristiyê yê gundê Miqata yê bajarê Şêx Ziwêd de xwe veşartibûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Misirê di rojên dawîn de li Sîna û herêmên Rafah û Şêx Ziwêd, 23 DAIŞ`î kuştin.

 (şx)