​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li gundewarên Helebê 10 çekdarên hikumeta Şamê hatin kuştin

Rojnameyên erebî yên vê sibê derketine, têkildarî êrişa li dijî çekdarên alîgirên hikumeta Şamê, hilbijartinên Lubnanê û kar û barên Iraqê nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li gundewarên Helebê 10 çekdarên hikumeta Şamê hatin kuştin
14 gulan, 2022   08:01
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI GUNDEWARÊN HELEBÊ 10 LEŞKERÊN SÛRIYÊ HATIN KUŞTIN’

Der barê rojeva Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: "Ajansa Nûçeyan a Sûriyê duh ragihand ku di encama êrişeke li dijî otobuseke leşkerî li bakurê rojavayê Sûriyê li nêzî herêmên di bin kontrola hêzên opozîsyonê de, 10 leşker hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) jî bi bîr xist ku ji beriya 2 salan ve ev êrişa herî mezin e ku li dijî hêzên hikumeta Şamê li vê herêmê pêk tê.

Ajansa fermî ya Sûriyê (SANA) duh gotibû: “Îro saet derdora 09:30`an terorîstan otobuseke razanê ya leşkerî li herêma Encarê ya li rojavayê Helebê kir hedef.”

Gerînendeyê SOHR`ê Ramî Ebdurrehman ji AFP`ê re diyar kiribû ku komên li rojavayê Helebê, otobuseke çekdarên alîgirên Şamê yên ji bajarokên Nibul û Zehra yên şîe kiriye hedef.

Li gorî SOHR`ê, nehat zanîn bê kîjan komê ev êriş pêk aniye. Lê tê zanîn ku Heyet Tehrîr El-Şam (El-Nusra ya berê) herêmê kontrol dike. Lê malperên opozîsyonê destnîşan kir ku “Artêşa Nîştimanî” berpirsa êrişê ye. Piştre hat diyarkirin ku balafirên Rûsyayê bersiva êrişa komên opozîsyonê daye û gundewarên Efrînê yên li rojavayê Helebê bombebaran kirine."

‘LI LUBNANÊ DERFETÊN GUHERTINAN KÊM IN’

Têkildarî rewşa Lubnanê jî rojnameya El-Ereb wiha nivisî: "Ruxmî krîz û aloziyan jî, qada siyasî ya Lubnanê dê piştî hilbijartinan jî wekî berê bimîne. Analîzvanan destnîşan kir ku derfetên pêkanîna guhertinan gelekî kêm in.

Li gorî çavdêran, ji ber rejîma siyasî ya heyî ya li ser parvekirinê û destdanîna taîfeyan li ser xêr û bêrên welêt, her wiha ji ber parçebûna hêzên opozîsyonê û hêzên di encama tevgera 17`ê Tişrînê de derketine, tu guhertin di hevkêşeya siyasî de pêk nayê.

Çavdêr destnîşan dikin ku dê parlamentoya nû mîna ya berê di bin kontrola Hizbullah û hevalbendên wê de be û dibe ku guhertinên biçûk çêbin ku bandorê li hevkêşeya siyasî neke."

Parlamantoya Lubnanê ji 128 parlamanteran pêk tê, 28 kursî ji bo sunnî, 28 ji bo şîe, 8 ji bo durizan, 34 ji bo mûwarine, 14 ji bo ortodoksan, 8 ji bo katolîkan, 5 ji bo Ermenan, 2 ji bo elewiyan û kursiyek ji bo hindikahiyên xiristiyan in.”

‘HÊZÊN IRAQÊ LI ENBAR Û NEYNEWAYÊ 2 TERORÎST GIRTIN’

Rojnameya El-Ehram a Misirê jî li ser rojeva Iraqê wiha nivisî: "Hêzên ewlekariyê yên Iraqê ragihand ku wan li Enbar û rojavayê Neynawayê 2 terorîst girtine û gelek cebilxane di depoyeke DAIŞ`ê de desteser kirine.

Şaneya Ragihandê ya Ewlehiyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ku ajansa “Waî” weşandiye, got: Li deverên cuda yên Enbar û rojavayê Neynawayê li gorî agahiyên îstîxbaratî yên tîmên 5`an û 15`an û bi tevlêbûna lîwayên 19, 21 û 71`an û îstîxbaratên wan, operasyon li dar ketin. Di encamê de 2 terorîst li Ritbe ya Enbarê û ya din li navçeya Til Ebta ya li rojavayê Neynawayê hatin girtin.

Ajansa Waî eşkere kir ku hêzên ewlehiyê 55 hewanên bermahiyên DAIŞ`ê li herêma Iyadiye ya rojavayê Neynawayê desteser kirine."

(şx)