Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bertek nîşanî helwestên Amerîka û Rûsya da

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwestên "garantorên agirbestê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê " ên têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û gotin armanca ji wan êrişan koçberkirina welatiyên herêmê û guhartina demografî ye.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bertek nîşanî helwestên Amerîka û Rûsya da
14 gulan, 2022   07:26
HESEKÊ

Tevî ku DYA û Rûsya du hêzên garantorên agirbestê li herêmê ne, lê dewleta Tirk a dagirekr û çeteyên wê êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet Şehba, Minbic, Kobanê, Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê didomînin û balafirên bê mirov ên biçek bi kar tîne.

Têkildarî vê yekê, welatiyê bi navê Xalid Eyo yê ji navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê got: "Tevî ku Amerîka û Rûsya du hêzên garantorên agirbestê li herêmê ne, lê rojane herêmê tê hedefgirtin û heta niha êriş nesekinîne. Dewleta Tirk a dagirker ji dema ku herêma Serêkaniyê dagir kiriye û heta niha ve navenda navçeyê û gundên wê topbaran dike."

Welatiya bi navê Necwe El-Ebas a ji navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê jî diyar kir ku peymanên dewleta Tirk a dagirker ên bi Rûsya û DYA’yê re siyasî ne û li gorî berjewendiyên wan dewletan e ku tu sûdê li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nakin.

Sibeha çarşema borî, balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk li kantona Kobanê du cih bombebaran kirin, yek li başûrê kantonê li ser rêya Helebê ya din jî li taxa Nû ya navenda kantonê. Di encamê de welatiyê bi navê Ekrem Ustek şehîd bû û zirarên madî bi mal û milkên welatiyan bûn.

Rojnamgerê ji navçeya Şedadê ya kantona Hesekê Qasim El-Şiwêx li ser vê mijarê got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi balafirên bêmirov ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi zanabûn e, ji ber wan êrişan komkujiyan çêdibin. Ev yek jî bi bi hevkariya civata navnetweyî pêk tê.''

Çarşema borî jî, di encama topbarana artêşa Tirka dagirker û çeteyên wê ya li dijî gundê Ewn Dadat ê bakurê Minbicê de du welatî birîndar bûn.

El-Şiwêx îşaret pê kir ku cîhan tevahî dizane ku dewleta Tirk a dagirker ji bo guhertina demografiya herêmê di nava hewldanan de ye û destnîşan kir ku bi êrişên li ser herêmê hewl dide herêman ji niştecihên wê yên resen vala bike û bi hineta vegerandina penaberên Sûriyê li warên wan, avahiyên mêtîngeriyê ava dike.

Ezîze Ebdurehman ji bajarê Hesekê ye da zanîn ku armanc ji êrişên dagirkeriyê ew e ku Ereb, Kurd û pêkhateyên din bide koçberkirin, herêmê ji şêniyên resen vala bike û li şûna wan kesên biyanî bi cih bike, mîna çawa li Efrîn û Serêkaniyê kiriye da ku gelên herêmê û dîroka wan tune bike.

Ezîze Ebdurehman got, êrişên dewleta Tirk a dagirker bi xwerêxistinkirina şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û girêdana wan a bi axê ve nikarin û da zanîn ku ew dev ji herêmên xwe bernadin û destekê didin hêzên xwe yên li bersiva êrişên dewleta Tirk didin.

Necwe El-Ebas got, divê gel pişta xwe nedin Rûsya û DYA’yê ku li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker garantorên parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û wiha bi dawî kir: "Divê em ji van siyasetan hişyar bin."

(fr)

ANHA