‛Armanca projeya vegerandina penaberan sirgûnkirina Kurdan e‛

Siyasetmedar Bekir Hec Îsa da zanîn ku projeya bicihkirina milyonek penaberên sûrî li herêmên Sûriyê ku dewleta Tirk dagir kirine, projeya herî xeternak li dijî kurdan e. Her wiha bang li partî û hêzên siyasî yên kurdî kir ku li dijî projeya niştecihbûnê bisekinin.

‛Armanca projeya vegerandina penaberan sirgûnkirina Kurdan e‛
14 gulan, 2022   05:55
KOBANÊ-NÎHAD KERHO

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Siyasî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê herêma Firatê Bekir Hec Îsa der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê be û projeya bicihkirina zêdetirî milyonek penaberên sûrî li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de axivî.

‛ÊRIŞ BI PROJEYA NIŞTECIHBÛNÊ VE GIRÊDAYÎ NE’

Bekir Hec Îsa ji ajansa me re wiha got: "Êrişên ku artêşa Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sûriyê pêk tîne, bi projeya niştecihbûnê ve girêdayî ne. Ew proje li dijî kurdan a herî xeternak e heta ji siyasetên Partiya Baasê jî xeternaktir e."

Hec îsa wiha domand: "Em bi vegera milyonek penaberên sûrî re ne, lê belê ne ku vegerin herêmên din. Divê vegerin malên xwe û herêmên jê koçber bûne. Divê sûrî nebin qurbanên fikrên rayedarên tirkan û baş bizanin ku xwediyên rastîn ên malan dê rojekê lê vegerin."

‛PENABERÊN SÛRÎ QURBANÊ SIYASETÊN TIRKIYÊ NE’

Bekir Hec Îsa diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst penbarên sûrî yên li Tirkiyê bi kar tîne û wiha pê de çû: "Ji destpêka krîza Sûriyê ve hikumeta Tirk a faşîst vê planê pêk tîne. Penaberên sûrî weke belgeyekê ji bo pêkanîna berjewendî û armancên xwe yên şexsî bi kar tîne. Ev tişt ji destpêka krîza Sûriyê heta roja îro ve eşkere ye. Em şoq dimînin, çawa gelê Tirkiyê û penaberên sûrî bi van planan tên xapandin."

Hec Îsa destnîşan kir ku hikumeta Tirkiyê bi vegera hin penaberan re gelek armancan pêk tîne û ev tişt anî ziman: "Ji aliyekî ve dewleta Tirk şerê tayîfî di navbera sûriyan de çêdike û ji aliyekî din ve dengê gelê Tirkiyê qezenc dike. Ji bo dewleta Tirk qezenckirina dengê gelê Tirkiyê girîng e. Ji bo me jî weke Kurd, me ji sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de sirgûn dike."

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Siyasî ya PYD’ê şaxê herêma Firatê Bekir Hec Îsa bang li partiyên siyasî kir ku neyên lîstokên fikrên berpirsên tirkan û li kêlek gelê xwe bin û wiha got: "Dema hatiye ku baş bê zanîn ku dewleta Tirk a dagirker ne tenê şerê partiyekî dike, lê belê şerê gel tevahî dike. Tiştê li Efrîn û herêmên dagikirî pêk tên, nîşaneya vê yekê ne."

Hec Îsa da zanîn ku guhartina demografiya herêmên dagirkirî, revandin, talankirin û dizînê li pêş cîhanê têne kirin.

Bekir Hec Îsa di dawiyê de û got: "Ev serdem lawzan qebûl nake. Gelê me bi hêza xwe li hember çi êrişan xwe îsbat kir."

(fr)

ANHA