Ji bo bidawîkirina xeteriya DAIŞ'ê banga lezgîn kirin

Têkildarî xeteriya çeteyên DAIŞ'ê, siyasetmendarek û parêzerek gotin, divê bi lez çareseriyeke ji dosyaya çeteyên DAIŞ'ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re were dîtin.

Ji bo bidawîkirina xeteriya DAIŞ'ê banga lezgîn kirin
14 gulan, 2022   01:44
HESEKÊ – OLVA HAC MENSÛR

Dosyaya DAIŞ'iyên girtî û malbatên wan ên li kampan, ji dosyayên herî bigirêk ên li hemberî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Rêveberiya Xweser û QSD'ê gelek caran bang li civata navneteweyî kirin ku berpirsyartiyên xwe li hemberî DAIŞ'iyên girtî û malbatên wan pêk bînin, lê civata navneteweyî van bangan paşguhd dike.

Ji 52 dewletan, zêdetirî 19 hezar çete di girtîgehên QSD'ê de ne, her wiha bi hezaran malbatên wan di kampên li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne.

XETERIYEKE MEZIN LI SER HERÊMÊ HEYE

/kr/uploads/files/2022/05/13/201341_-.webp

Endamê Polîtburoya siyasî ya Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Muslim Ebas diyar kir ku xeteriya DAIŞ'ê hîna heye û wiha domand: "Tevî ku QSD'ê, DAIŞ'ê di aliyê erdîngariyê de li baregeha dawî ya li bajarê Baxozê têk bir, lê xeteriya wê li ser herêmê mezin e, ji ber ku DAIŞ hîna bi dawî nebûye, şaneyên wê li herêmê belav in û carcaran êrişên terorî li dijî sivîlan pêk tîne da ku tirs û tevliheviyê di nava şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derxîne."

Muslim Ebas anî ziman ku bêxemiya civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî dihêle ku xeteriya çeteyên DAIŞ'ê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam bike.

Ebas di berdewama axaftina xwe de îşaret pê kir êrişa dawî ya li ser girtîgeha Sînaa diyar kir ku planeke navneteweyî bû  û wiha domandin: "Di serî de dewleta Tirk a dagirker a ku destekê dide DAIŞ'ê beşdarî vê plane bû. Amanca dewleta Tirk û aliyên din têkbirina ewlehî û aramiya li herêmê ye ku QSD'ê peyda kiriye, her wiha têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e."

Muslim Ebas her wiha behsa xeteriya hebûna malbatên çeteyên DAIŞ'ê yên di kampa Holê de û wiha got: "Xeteriyeke mezin li ser herêmê û tevahî cîhanê heye, ji ber ku zarokên DAIŞ'ê di atmosfêreke tundraw de mezin dibin. Rêveberiya Xweser banga dîtina çareseriyekê ji wan çeteyan re dike çi bi rêya avakirina dadgehên navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê be an jî bi rêya vegerandina welatiyên ku tev li DAIŞ'ê bûne li welatên wan be."

Ebas bêtevgeriya dewletan spart van sedeman "Dixwazin bi vê yekê car caran gefan li Rêveberiya Xweser bikin da ku ewlehî û aramî li herêmê têk bibin. Her wiha da ku aliyên ku destên wan di avakirina DAIŞ'ê de hene û destekê didin wan, di serî de dewleta Tirk a dagirker de neyên eşkerekirin."

'QANÛN TÊN BINPÊKIRIN'

/kr/uploads/files/2022/05/13/201400_-.webp

Parêzer Heysem Bekir jî diyar kir ku hiştina çeteyên DAIŞ'ê bê ceza bi xwe binpêkirina qanûnên navneteweyî ye û got, divê çeteyên DAIŞ'ê yên girtî li gorî qanûn û dadgehên navneteweyî werin darizandin û wiha domand:  "Nemaze ku wan terorîstan sûcên herî hovane li dijî mirovahiyê kirine û komkujî li dijî sivîlên bêguneh kirine."

Bekir da zanîn ku li gorî qanûnên navneteweyî, divê kesên ku sûcên şer û sûcên dermirov dikin werin darizandin û destnîşan kir ku pêwîstiya van sûcan bi lêpirsîn û delîlan tune ye, ji ber ku sûcdaran bi xwe sûcên xwe bi wêne û dîmenan belge kirin.

Parêzer Heysem Bekir bi berdewamî got: "Li gorî qanûnên navneteweyî cezayê her endamekî rêxistinên terorîst înfaz e, lê çeteyên di girtîgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ji dewletên erebî û biyanî ne ku li hinekan cezayê înfazkirinê tune ye. Pêwîst e di dadgehên navneteweyî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin darizandin."

Heysem Bekir di dawiyê de anî ziman ku xeteriya DAIŞ'ê hîne heye û êrişa li ser girtîgeha Sînaayê wê ne ya dawî be.

ANHA