​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-05-2022

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-05-2022
13 gulan, 2022   23:00

-Meclisa Jinan Sûriyê têkildarî siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên di guhertina demografiyaya herêmên dagirkirî daxuyaniyekê dide. Daxuyanî li pêşiya avahiya NY`yê ya li bajarê Qamişlo tê dayîn, saet 11:00`an . (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji bo bîranîna hunermend Mizgîn (Gurbet Aydin), TEV-ÇAND Mezopotamya û Hîlala Zêrîn merasîmeke bîranên li dardixe, li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner li bajarê Qamişlo; saet 15:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Til Koçer şehîd Hadî El-Şûcaa li Goristana Îgab El-Eswed oxir dikin, saet 11:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê panelekê li ser nasnameya niştimanî li Helebê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayikên gerîla diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê wê li hemberî berxwedana gerîlayan têk biçin û wê nikaribin bostek ji herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê dagir bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Yek jî parezerên Komîteya Parastina Rêber Abdulah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mehmûd Xelo diyar kir ku ji zû ve dema azadiya Rêbertî hatiye û got, “da ku tecrît were şikandin û azadiya fîzîkî pêk were, weke parezer çi pêwîst bike em ê bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwestên "garantorên agirbestê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê " ên têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û gotin armanca ji wan êrişan koçberkirina welatiyên herêmê û guhartina demografî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Têkildarî xeteriya çeteyên DAIŞ'ê, siyasetmendarek û parêzerek gotin, divê bi lez çareseriyeke ji dosyaya çeteyên DAIŞ'ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re were dîtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx û rûspiyên eşîrên ereban diyar kir ku bi saya hevgirtina Kurd û ereban Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terora DAIŞ`ê hate rizgarkirin û got: "Çawa me bi hevgirtina xwe xaka xwe ji DAIŞ'ê rizgar kir, em ê li hemberî her êrişên li ser ewlehî û yekitiya me bisekinin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sazî, komîte û zanîngeha Rojava li ser nirxandina asta zimanê kurdî li Rojavayê Kurdistanê gotin: "Asta perwerdeya bi zimanê kurdî zanîngeh derbas kiriye, niha di asta xwendina master de ye. Di şoreşê de zimanê kurdî bi pêş dikeve, divê gelê Kurd jî li xwedî vê destkeftiyê derkeve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedar Bekir Hec Îsa da zanîn ku projeya bicihkirina milyonek penaberên sûrî li herêmên Sûriyê ku dewleta Tirk dagir kirine, projeya herî xeternak li dijî kurdan e, her wiha bang li partî û hêzên siyasî yên Kurd kir ku bi tundî li dijî projeya niştecihbûnê bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji tevgerên dewleta Tirk ên berdewam li herêmê bi giştî, Sûriyê û Iraqê bi taybet diyar dibe ku ev dewlet û rayedarên wê di axaftinên xwe de yên jinûve vegerandina herêmê li serdema Osmanî bi israr in. Gelo rastiya projeya "Osmaniya Nû" çi ye û çawa AKP’ê rewşên herêmê ji bo pêkanîna xwe bi kar anî? (BI WÊNE).

ANHA