​​​​​​​Şêxên eşîrên Ereban: Em ê li hember planên mêtîngeriyê yên Tirkiyê bisekinin

Şêx û rûspiyên eşîrên ereban diyar kir ku bi saya hevgirtina Kurd û ereban Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terora DAIŞ`ê hate rizgarkirin û got: "Çawa me bi hevgirtina xwe xaka xwe ji DAIŞ'ê rizgar kir, em ê li hemberî her êrişên li ser ewlehî û yekitiya me bisekinin."

​​​​​​​Şêxên eşîrên Ereban: Em ê li hember planên mêtîngeriyê yên Tirkiyê bisekinin
14 gulan, 2022   03:46
REQA-EHMED EL-ESAF

Şêxên eşîrên Ereb ên li Reqa û Minbicê girîngiya hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê a di bin sîwana Rêveberiya Xweser de li hemberî êrişan destnîşan kir.

Şêxê eşîra Benî Seîd li Minbicê, Fehed El-Şelaş ji ANHA'yê re axivî û got: "Di civat û rûniştinên xwe yên li malan û fermiyetê de em her tim behsa hevgirtina Kurd û ereban û biratiya gelan a li herêmê dikin. Ji berê ve Ereb û Kurd bi hev re dijîn."

Fehad El-Şelaş destnîşan kir ku ji berê ve Kurd û Ereb yek in û niha jî tevî zor û zehmetiyên ku herêm tê re derbas dibe, bi hemû pêkhateyan re xurttir bûye. Her wiha anî ziman ku pêkhateyên herêmê bi hev re li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer kirin û bi saya hevgirtina xwe DAIŞ têk bibin û ew ê li dijî gefên li ser herêmê bi yek dest bin.

El-Şelaş bi domdarî got: "Hin aliyan hewl da bi rêya derxistina fitneyan di navbera eşîrên ereban û pêkhateyên herêmê de hevgirtina pêkhateyan têk bibin, lê bi ser neketin ji ber ku hevgirtina wan û baweriya wan bi biratiya gelan xurt in."

Şêxê eşîra Benî Seîd da zanîn ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina xwe destek in û hevgirtina wan serkeftina wan e û dê hemû projeyên mêtingeriyê yên bi armanca parçekirina Sûriyê têk bibin.

Şêxê eşîra El-Ecebat a li Reqayê Telal El-Sêbat axivî û got: "Dema me DAIŞ têk bir cîhan tevde behsa serkeftinên me kirin. Divê cîhan bizane ku me bi hevgirtina xwe DAIŞ têk birine."

El-Sêbat wiha axaftina xwe dewam kir: "Hevgirtina me û peywendiyên pêkhateyên herêmê xwedî dîrokeke kevnar e, bi saya wê me welatek ava kir. Ger ne ji vê hevgirtinê bûya em îro nedigihaştin vê astê. Tu kes bikêrî me nayê û dê tu kes parastina me jî nekin ne Amerîka û ne jî Rûsya. Em ê parastina xwe, xak û gel û destkeftiyên şehîdên xwe bikin."

El-Sêbat di dawiyê de anî ziman ku kesên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terora DAIŞ`ê û piştevanên wan rizgar kirin, dikarin parastina vê xakê jî bikin û ew ê li dijî hemû timayên mêtingeran bisekinin û got, ev êriş ne tenê kurdan dike armanc lê belê hemû pêkhateyên herêmê.

(eh)

ANHA