Çalakiyên bersivdanê yên HRE`yê didomin: 3 çete hatin kuştin

Di çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê de li Marê û navçeya Şera 3 çete hatin kuştin û çeteyek birîndar bû.

Çalakiyên bersivdanê yên HRE`yê didomin: 3 çete hatin kuştin
13 gulan, 2022   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên hêzên wan li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şera û bajarê Marê, eşkere kirin.

HRE`yê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li hember heremê bi awayekî dijwartir didomînin û diyar kir ku wan êrişan de gelek gund û nîştecihên wan gundan tên hedefgirtin.”

 HRE`yê têkildarî çalakiyên bersivdayînê yên hêzên wan ragihand ku di 9`ê Gulanê û 10`ê Gulanê de li hember çeteyên dagirker hêzên wan çalakiyên bi bandor yên bersivdayînê li dar xistine.

HRE`yê ragihand ku 9`ê Gulanê li gundê Meryemîn yê navçeya Şera ya Efrînê hêzên wan li hember çeteyên dagirker çalakiyek serdagirtinê li dar xistine. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî brîndar bû. Her wiha çekeke AK-47 hat desteserkirin.

Her wiha diyar kir ku 10`ê Gulanê li bajarokê Marê yê bakurê Helebê di encama çalakiyeke sekvanî de çeteyek hatiye kuştin.

Di çalakiyên 2 rojan de, bi giştî 3 çeteyên dagirker hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.

(cx)