Li bakurê Helebê 12 endamên “komîteyên gel” hatin kuştin

Li gundewarê bakurê Helebê di êrişa çeteyên artêşa Tirk a dagirker de 12 endamên “komîteyên gel” ên girêdayî girêdayî bajarokên Nibul û Zehra hatin kuştin, hejmarke din jî birîndar bû

Li bakurê Helebê 12 endamên “komîteyên gel” hatin kuştin
13 gulan, 2022   09:57
 ŞEHBA

Nûçegihanê me li gorî çavkaniyên xwecihî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker otobîseke razanê ku endamên “komîteyên gel” ên girêdayî bajarokên Nibul û Zehra tê de bûn li gundê Encare yê bakurê Helebê, hedef girtiye.

Li gorî agahiyên ji çavkanî hatine wergirtin, di êrişa ku nîvro pêk hatiye de 12 endamên “komîteyên gel” yên girêdayî bajarokên Nibul û Zehra hatine kuştin, 14 jî birîndar bûne.

(cx)

ANHA