Lubnan: Koçberiya bi “keştiyên mirinê”

Rewşa aborî û ewlehiyê li Lubnanê rê li berr koçberiya Lubnaniyan bi rêya "keştiyên mirinê" vedike. Sedemeke din jî heye ku rêya koçberiyê li Lubnanê vedike, ew jî dozgerî ye. Li Lubnanê qanûnên li dij qaçaxkirina mirovan tune ne, ji lewra çalakvanên hiqûqî daxwaz dikin hin bend li dadgehên cezayê bên zêdekirin.

Lubnan: Koçberiya bi “keştiyên mirinê”
13 gulan, 2022   08:27
BÊRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALÊ

 “Bazirganiya mirinê” anku bazirganiya ne rewa li seranserê cîhanê belav dibe. Ji çavkaniyên wê jî koçberiya bi “keştiyên mirinê”, çek, madeyên hişbir û fihûş e.

Hin kes li ser hesabê jiyana bi milyonan mirov sûdên mezin dibînin, çi bi rêya bazirganiya çekan çi jî bi rêya mirina hêdîka weke bazirganiya madeyên hişbirê û keştiyên mirinê.

Piştî 2 salan ji helweşîna aborî û siyasî li Lubnanê, êdî ne tenê penaberên Sûriyê û Fîlistînê bi rêya Lubnanê koçberî derve dibin, lê belê welatiyên Lubnanê yên ku ji ber aloziyan ziyan dîtine û hejar bûne jî koçber dibin..

Ji sala 2019'an heta 2022'an, 78 caran qaçaxiya ne rewa ji bo welatiyên Lubnanê û penaberên Sûriyê û Fîlistînê bi rêya deryayê çêbûye.

Li gor agahiyên ewlehiyê, armanca piraniya wan rêwîtiyan gihiştina peravên Qubrisê ye, ji bilî wê keştiya ku berê xwe dida Îtalyayê li peravên Terablusê noqî avê bû.

ASANKARIYA DOZGERIYÊ

Penaberiya ne yasayî li Lubnanê ne diyadeyeke nû ye, lê belê  hejmareke zêde ya welatiyên Lubnanê canê xwe dixin metirisyê de û berê xwe didin derve.

Rewşa aborî û ewlehî rê dide ku welatiyên Lubnanê penaber bibin, lê belê sedemeke din jî heye, ew jî asankariya dozgeriyê ye.

Li Lubnanê tu yasayek ku rê li ber qaçaxiya mirovan bigire tuneye, ji ber wê çalakvanên qanûnî yên Lubnanê daxwaz dikin ku madeyên nû li çarçoveya dadgehên cezayî bên zêdekirin.

Tevî wê jî, hin dadwer weke dadwerê lêpirsînê yê yekemîn li Bakur Sermend Nesar vê dosyayê weke sûcekî digire dest, taybet ji bo wan kesên ku zarokan bi xwe re dibin.

Sermend Nesar li gor madeya "586" a taybet bi "bazirganiya mirovan" tev digire ku cezaya wê digihêje 15 sal girtîgeh.

Piraniya wan qaçaxçiyan bi ser kesayetên siyasî ve tên hesibandin, di çarçoveya yasayî de jî praniya caran ew bi gotina ku di dest dadwer de tu made tune ye wan kesan tawanbar bike, tên efûkirin.

Piraniya caran jî dadwer naxwaze xwe biwestîne, ji ber ku ew kes îtiraf nakin ku qaçaxiyê dikin, ew dibêjin ku ew ji ber rewşa aborî ji welat derdikevin, belgeya wan jî ew e ku zarok bi wan re ye.

Penaberiya ji welat jî li gor yasayên Lubnanê ne tawan e, lê dikare ew kes ji ber ku zarok bi wan re ne, bên cezakirin. Qaçaxçî jî sûd ji vê yekê digirin.

XEYALÊN TÊKÇÛYÎ..

Di 23 Nîsana borî de, keştiyek ku bi dehan welatiyên Lubnanê tê de bûn dema berê xwe dida Ewropayê noqî avê bû.

Elî Mûsa (34) ku bavê 3 zarokan e di wê keştiyê de bû.

Elî Mûsa ji ajansa me re dibêje ku ew ê careke din hewl bide ji Lubnanê derkeve, dibêje: "Li vir pêşeroj ji bo me û zarokên me tune ye."

Di Îlona par de Elî ji bo ku ji Lubnanê derkeve erebeya xwe difiroşe û ji hevalekî xwe hezar û 500 dolarî deyn dike, bi wê yekê 4 hezar dolar dide ser hev.

Di 19`ê Cotmehê de jî bêyî ku agahî bide hevjîna xwe ji mal derdikeve, qaçaxçî jê re gotibû ku ew ê li gel 72 kesan bi rê keve.

Dema digihêje cihê kombûnê yê li Terablusê, tevî 90 kesî li barhilgirekê siwar dibin û berê xwe didin herêma Qelemûn.

Bi wan re 15 penaberên Fîlistînî û 10 penaberên Sûrî hebûn, yên mayî jî ji Lubnanê bûn di nava wan de 35 zarok û derdora 20 jinan hebû.

Piştî ku keştiya wan kete deryayê bi 2 saetan, keştiyeke parastina deryayî bi pey wan ket û xwest ew vegerin beravê.

Lê ajokerê gemiyê qebûl nekir, dema saetekê li pey hev ketin, av ket keştiyê û keştî xirab bû.

Wê demê şev bû, rêwiyên li ser keştiyê çente û qenîneyên mazotê avêtin. Elî û gelek kesên din peywendî bi mirovên xwe re kirin da ku bi hawara wan ve bên.

Piştre keştiya artêşa Lubnanê ew vegerandin beravê, lêpirsîn bi wan re kirin û ew berdan.

Elî dibêje: "Hêviyên min têk çûn, ji ber ku min nikarî bigihêjim cihê ez dixwazim, lê ez piştrast ku ez ê ji Lubnanê bar bikim, ji bilî deryayê tu rêkeke din tune ye."

Artêşa Lubnanê dibêje ku hêzên wan ên deryayî di sala 2020'an de karîbû 20 keştiyan li deryayê bisekinînin û 596 kesan bigirin û radestî aliyên peywendîdar bikin.

Artêşa Lubnanê diyar dike ku "komên qaçaxçiyan" xwedî regeznameyên welatên cuda ne, lê piraniya caran serokên wan Lubnanî ne ji ber ku ew baş berav û herêmên Lubnanê nas dikin.

Xuya ye ku Lubnan a ku 6 milyon kes lê dijîn bûye weke keştiyekê ku di krîza aborî de fetisiye, ew têkoçûn li gor banka navdewletî di 50 salên derbasbûyî de ya herî xirabe li cîhanê.

Ji ber aloziya aborî, lîreya Lubnanê ji sedî 95 nirxê xwe li hember dolarê Amerîkî ji dest daye.

Ev yek bandoreke mezin li welatiyan kir, mûçeyên welatiyan daketiye jêr 23 dolaran, desthelat jî karînên xwe yên xizmetguzarî yên sereke ji dest da, taybet di peydakirina madeyên sotemenî û dermanan.

ANHA