Siyasetmedarekî êzidî: Êrişên li ser Şengalê berdewamiya fermana 73`an e

Siyasetmedarê êzidî diyar kir ku êrişên hikumeta Mistefa Kazimî yên bi destekdayîna PDK`ê û dewleta Tirk li ser Şengalê berdewamiya fermana 73`an e.

Siyasetmedarekî êzidî: Êrişên li ser Şengalê berdewamiya fermana 73`an e
13 gulan, 2022   08:46
HESEKÊ – BOTAN HISÊN

Piştî serdana serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo Tirkiyê û provokasyonên di 18'ê Nîsanê borî de li Şengalê derketin, hikumeta Kazimî di 2'yê Gulanê de li ser Şengalê êriş dan destpêkirin.

Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) di 19`ê Nîsanê de daxuyaniyek da û tê de got, êrişên li ser Şengalê armancên dewleta Tirk û xwestekên wê di şikenandina îradeya civaka Êzidî de pêk tîne. Her wiha diyar kir ku êriş bi hevkariya PDK`ê û dewleta Tirk hate kirin.

Li gorî lêkolînerên êzidî, pirsgirêka sereke ew e ku dewleta Iraqê di qanûnên dewleta federal a Iraqê de Rêveberiya Xweser a Şengalê nas nake. Ev yek derfetê dide PDK`ê û dewleta Tirk ku bi rêya hikumeta Kazimî êrişî Şengalê bikin.

Têkildarî mijarêm siyasetmedarê êzidî Ednan Kalo diyar kir ku êrişên dewleta Tirk û Iraqê yên li ser Şengalê ne nû ne, temenê wê zêdetirî 100 salî ne û got: "Her carê şêweyekî cûda digire, carnan raste rast bi rêya balafirên bê mirov kesayetên rêveber ên li Şengalê dike hedef, carnan jî qirkirinên komî pêk tînin û carnan jî mîna êrişên aborî, siyasî û çandî têne kirin.''

Piştî rizgarkirina Şengalê ji aliyê gerîlayên HPG/YJA Starê û şervanên YPJ/YPG`ê ve û avakirina Rêveberiya Xweser û YBŞ û YJŞ'ê ji aliyê êzidiyan ve, gelek kesayetên welatparêz û pêşengên civaka Êzidî wekî Mam Zekî Şengalê, Merwan Bedel û Mam Seîd bûn hedefa êrişan û şehîd bûn.

Kalo diyar kir ku piraniya êriş û komkujiyên ku li dijî civaka Êzidî têne kirin, di aliyê îdeolojiya fermanan û armancên wê bi hev ve girêdayî ne, lê dem û şêweyê fermanan ji hev cûda ne. Kalo got, li dijî êzidiyan 73 fermanên bi armanca qirkirin û îmhakirina dîrok û çanda wan hatine kirin.

Ednan Kalo destnîşan kir ku êrişên li ser Şengalê berdewamiya fermana 73`an e ku di sala 2014`an de ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hate kirin, piştî ku hêzên Iraqê û PDK`ê reviyan û Şengal ji çeteyan re hiştin.

Di 3`ê Tebaxa 2014`an de çeteyên DAIŞ'ê êriş li ser Şengalê dan destpêkirin û komkujî pêk anîne. Di encama wê de 2 hezar û 213 Êzidî hatin qetilkirin, zêdetirî 390 hezar kes koçber bûn, 6 hezar û 417 ji jin û zarokan hatin revandin.

Kalo îşaret pê kir ku gelek sedemên êrişên li ser Şengalê hene û got: "Şengal dergûşa ola Êzidî ye ku çand û dîroka civaka Êzidî jî hilweşînê parastin. Sedema din guhertinên ku di hundirê Iraq û Başûr de hatine kirin, heger ev guhertin di parlamanto de bin an jî hilbijartinin an jî lihevkirinnan bin ku ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bazirganî li ser gelê Êzidî de dikin. Ji sedemên dîtir ew e ku hikumeta Kazimî û ya Başûr ji rewşa rêxisitnî, îdarî û leşkerî, ewlehî û aştiya li Şengalê ditirsin."

Ednan Kalo got, piraniya êrişên li ser Şengalê bi hincetên derew tê kirin û wiha domand: "PDK`ê YBŞ`ê dike hincet ku ne ji xelkê Şengalê ye. Hincetên hikumeta Kazimî jî hene ku sedemên wê nayên zanîn ku civaka Êzidî qebûl nakin."

 ‘SERDAN PÊKANÎNA FERMANÊN TIRKIYÊ YE‘

Kalo di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser serdana Mesrûr Barzanî ji bo Tirkiyê û got: "Piştî vê serdanê êriş li ser Şengalê hatin ragihandin. Paşê hate eşkerekirin ku serdan ji bo pêkanîna fermanên Tirkiyê bû, ji ber ew ne serdanek di asta diplomatîk yan jî ji bo xurtkirina têkiliyên di navbera her du dewletan de bû. Lê Ji ber ew civîneke îstixbaratî leşkerî bû."

Kalo wiha domand: "Tevî ku civaka Êzidî mîna welatiyên iraqî erkên xwe li hember hikumeta Iraqê pêk tîne, lê mafên xwe bidest naxe. Dema Şengal rastî xeterî yan jî êrişan tê erka parastina Şengalê ji hikumeta Iraq û Başûr tê xwestin. Di aştiyê de her du hikumet ji bo bidestxistina Şengalê dikevin pêşbirkê. Şengal beşek ji Iraqê û Başûrê Kurdistanê ye û di destûrê de mafên êzidiyan tên misogerkirin."

Kalo got, civaka Êzidî sûd ji tecrubeyên ku pêre derbas bûn girt, nîşana vê yekê jî ku niha xwedî Rêveberiya Xweser in, xwe bi xwe bi rêve dibin, saziyên sivîl û leşkerî ku bi saya berdêlên şehîdan hatine avakirin. Her wiha Kalo destnîşan kir ku gelê xwe di nava sîstemekê de bi rêxistin nake dê bibe nêçîra dijmin û dê rastî helandin, binpêkirin û qirkirinê werin.

Ednan Kalo da zanîn ku di navbera êrişên li ser Şengal, Rojavayê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê de girêdanek heye û ev tişt anî ziman: "Plana dewleta Tirk ne tenê Şengal e. Di heman demê de Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê ne."

17`ê Nîsana borî artêşa Tirk a dagirker êrişên qirkirinê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ragihand. Di heman demê de bomebebaran û topbarana xwe  li ser Zirgan, Til Temir, Eyn Îsa û Kobanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin.

Kalo got, siyasetên ku hikumeta Başûrê Kurdistanê li dijî gelê Kurd pêk tîne xizmeta siyaseta Kurd û gelê Kurd nake û got, ew wekî beşek ji QSD, YPG û YPJ'ê ne, amade ne ku di aliyê madî û manewî de destekê bidin çi herêmên ku rastî êrişan tê û got: "Mafê me ye ku dema rastî êrişan werin alîkariyê bixwazin.''

Siyasetmedarê êzidî Ednan Kalo di dawiyê de bang li civaka Êzidî kir ku li lîstokên partiyên siyasî ku êzidîyan li gorî berjewendiyên xwe dimeşîne neyên. Her wiha banga xwedîderketina li YBŞ'ê kir.

 (bx)

ANHA