Dîmenê çalakiya li Werxelê hate weşandin

Gerîla TV dîmenê çalakiya 27'ê Nîsanê li qada Werxelê hatiye kirin û di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin, weşand.

Dîmenê çalakiya li Werxelê hate weşandin
13 gulan, 2022   07:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî parve kiribû:

"27'ê Nîsanê danê nîvro li dijî dagirkerên li derdora Qada Berxwedanê ya Werxelê çalakî hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin 3 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn."