QSD`ê bîlançoya êrişên dawîn ên dagirkeriya Tirk eşkere kir

QSD`ê teqez kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 53 gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran kirine. Her wiha îdiayên dagirkeran ên têkildarî şehadeta 21 şervanên wan di topbaranê de derewandin.

QSD`ê bîlançoya êrişên dawîn ên dagirkeriya Tirk eşkere kir
13 gulan, 2022   06:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gund û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir û ev agahî parve kirin:

 “Piştî serdana efserên artêşa Tirk û îstixbarata wê ji sînorên Sûriyê-Tirkiyê re, dewleta Tirk a dagirker di 24 saetên dawîn de bi dehan gund û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dijwarî topbaran kirin. Her wiha jiyana bi deh hezaran welatiyan xiste xeteriyê û rûberên fireh ên zeviyan şewitandin. Hemwextî topbaranê, tevgera balafirên keşfê li asîmanê herêmê jî zêde bû.

Gundên navçeya Şêrawa ya başûrê Efrînê û heta Minbic û Kobanê û heta gundên navçeya Eyn Îsayê anku rûpîvana 280 kîlometre hat hedefgirtin. Hejmara gundên rastî topbaranê hatine 53 gund in. Di êrişan de 40 ton madeyên teqemeniyê hatin bikaranîn.

Li Efrîn û Şehbayê gundên; Soxanek, Aqîbê, Dêr Cimêl, Kiştear, Tinib, Şewarxa û keleha wê, Merenaz, Tat Maraş, Kefer Anton, Minix, Eyn Deqnê, Şêx Îsa, Herbel, Semûqa, Til Medîq, Bendava Şehba, Teane, Mişêrfe, Zîwan û derdora navçeya Til Rifetê bi zêdetirî 700 topan hatin hedefgirtin.

Li Minbicê û derdora Babê jî gundên; Hoşeriyê, Cat, Tûxar, Ewn Dadat, Mihsenlî, Ereb Hesen, Um Cilûd, Dendeniyê, Seyada, Yanlilî, Qurt Wêran û Kawiklî bi zêdetirî 177 topan hatin topbarankirin.

Li Kobanê gundên; Zor Mixar, Şiyûx Jorîn, Xerab Êto, Beyadiyê, Siftek, Boban, Ziyaret, Aşmê, Mezret Ehmed Mûnîr û Girê Miştenûr, bi zêdetirî 67 topan hatin topbarankirin.

Gundên Mielek, Mişêrfe, Cehbel, Seyda, Cedîde, Xwaringeha El-Saqir û rêya M4 bi zêdetirî 30 topan hatin hedefgirtin.

Dewleta Tirk bi zanabûn gundên bi şêniyan dagirtirî û zeviyên welatiyan di wexta kar de, bajarok û bajar di saetên qerebalixê de topbaran kirin da ku welatiyan bitirsîne û wan aware bike.

Topbaran di çaçroveya planên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker de pêk tê. Divê aliyên garantor ên navneteweyî û saziyên hiqûqî yên navneteweyî van êrişan şermezar bikin, divê dewleta Tirk ji ber sûc û êrişên li dijî gelên herêmê pêk tîne, di dadgehên navneteweyî de darzîne û teqez bikin ku ev dagirkirin bingeha nakok û aloziyan e.

Hemwextî wan êrişan, medyaya fermî ya dewleta Tirk nûçeyên derew têkildarî şehadeta 21 şervanên me di topbaranê de belav kirin. Ev nûçe derew in. Dewleta Tirk yekser jîngeh kirin hedef û di encamê de jinek û zarokek birîndar bûn û zirar gihaşt bi dehan malên welatiyan.”

(şx)