​​​​​​​Li Kampa Holê çi diqewime?

Koçber û penaberên li Kampa Holê dimînin ji aliyê şaneyên DAIŞ'ê ve di bin gefa kuştinê de ne. Gelek kesên ku ji kuştinê filitîne dibêjin, şaneyên DAIŞ'ê ji hundir û derve perspektîfan digirin, xwe bi rêxistin dikin û li ser îdeolojiya DAIŞ'ê dimeşin.

​​​​​​​Li Kampa Holê çi diqewime?
​​​​​​​Li Kampa Holê çi diqewime?
​​​​​​​Li Kampa Holê çi diqewime?
​​​​​​​Li Kampa Holê çi diqewime?
​​​​​​​Li Kampa Holê çi diqewime?
​​​​​​​Li Kampa Holê çi diqewime?
​​​​​​​Li Kampa Holê çi diqewime?
​​​​​​​Li Kampa Holê çi diqewime?
​​​​​​​Li Kampa Holê çi diqewime?
13 gulan, 2022   07:07
NAVENDA NÛÇEYAN- EHMED SEMÎR

Ji destpêka îsal ve, nemaze bi dijwarbûna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê re, li mezintirîn û xetertirîn kampên cîhanê (Hol) ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên qetilkirinê zêde bûne.

Di Kampa Holê de 56 hezar û 154 kes hene, ji wan 29 hezar û 142 penaberên iraqî, 18 hezar û 903 koçberên sûrî û 8 hezar û 109 malbatên çeteyên DAIŞ'ê ku piraniya wan jin û zarok in. Ji destpêka îsal ve li kampê şaneyên çeteyên DAIŞ'ê 13 sûcên kuştinê li dijî koçberên Sûriyê û penaberên li Iraqê pêk anîne.

Malbatên çeteyên DAIŞ'ê yên di kampê de xwe bi rêxistin dikin û sûcên qetilkirinê dikin. Lê civata navneteweyî çavê xwe li van sûcan digire û ji çareserkirina vê pirsgirêkê direve.

'MALBATÊN ÇETEYAN XWE LI KAMPÊ BI RÊXISTIN DIKIN '

Endamê Rêveberiya Ewlekariya Kampa Holê Îbrahîm Mihemed li ser zêdebûna tundiyê got: "Dema êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê, rewşa Kampa Holê xeter bû, şaneyên çeteyên DAIŞ’ê tevgerên xwe di nava kampê de zêde kirin û sûcên kuştinê pêk aîne."

Têkildarî sedemên zêdebûna sûcên kuştinê li kampê Îbrahîm Mihemed diyar kir ku zêdebûna sûcên kuştina ji aliyê malbatên çeteyên DAIŞ’ê ve, ji ber ku malbat û zarokên wan zihniyeta çeteyên DAIŞ’ê û rêbaz û sîstema wan a tirsandina penaberên Iraqê û koçberên Sûriyê dimeşînin.

'ÇEKÊN WAN HENE'

Îbrahîm Mihemed destnîşan kir ku metirsî hîn jî li ser kampê heye û got: "Em amade ne li hemberî her gefekê li ser kampê bisekinin."

Mihemed îşaret pê kir ku li gel şaneyên DAIŞ'ê yên li kampê çek hene û diyar kir ku çekên sivîk mîna demançe bi rêya erebe û sarîcên avê derbasî kampê dibin. Mihemed bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku di zûtirîn demê de çareseriyekî ji zarokên çeteyên DAIŞ'ê yên di kampê de bibînin û wan jinûve perwerde bike û tev li civakê bikin.

Piştî çend êrişên li dijî koçber û penaberên li kampê, Hêzên Ewlekriya Hundirîn cihekî ewle di nava kampê de ji wan re veqetand, da ku wan ji êrişên şaneyên DAIŞ'ê biparêzin.

A.M ku nexwest navê wî bên eşkerekirin, piştî êrişa DAIŞ`ê li ser bajarê Selahedîn ê Iraqê di sala 2017'an de koçberî kampa Holê bû û ew yek ji wan kesan e ku ji kuştinê rizgar bûne, zewicî ye û 7 zarokên wî hene.

Di 18'ê Çileya 2022'an de, dema ku A.M li Kampa Holê sebze difirot, şaneyeke DAIŞ'ê hewl da wî bikuje û gule berdanê. A.M yek ji bi dehan kesan e yên ku ji bo ewlehiyê berê xwe dabûn kampê.

A.M bi 5 guleyên di milên rastê û çepê, zik û pişta xwe de birîndar bû.

' ŞANEYÊN DAIŞ'Ê NE.. '           

A.M eşkere kir ku ev sûcên kuştinê ji aliyê şaneyên çeteyên DAIŞ'ê ve tên kirin û got: "Ew şaneyên terorîst in ku dizî û talanê dikin û bi hinceta dan û standina bi saziyên ewlehî û îstixbaratê re, koçberan dikujin."

' HÛRGILIYÊN KUŞTINA WÎ '

Li ser rêbazê hewldana kuştina wî, A.M got: "Saet di 07:15`an de ez çûm ser karê xwe, kesek nêzî min bû û gule avêt min û reviya. Şaneyên DAIŞ`ê her tişt û di nav de çek li gel wan hene. Her wiha ew zarokan li ser îdeolojiya tundraw perwerde dikin. Hevjînên çeteyan bi karê perwerdekirina zarokan radibin.”

A.M bang li hikumeta Iraqê kir ku di zûtirîn dem de wan vegerîne welatê wan.

' 7 KES JI MALBATA WÊ KUŞTIN '

T.A jinek e, piştî êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser bajarê wê ji qezaya El-Baj a girêdayî parêzgeha Nînewa ya Iraqê koçberî Kampa Holê bû û 7 kes ji malbata wê di nava kampê de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin kuştin (hevjînê wê, kurê wê, keça wê, xizmên malbata hevjînê wê).                    

T.A têkildarî hûrgiliyên sûcên kuştinê ku li hemberî malbata wê hatine kirin, wiha got: "Ez û malbata xwe em di konên nêzî hev de bûn. Rojekê piştî danê sibê keça min û hevjînê wê kuştin, 15 roj piştî ku hevjînê min ji girtîgehê derket ew û kurê min jî kuştin. Her wiha xwasiya min û hewiya min jî kuştin, tu kes di malbata min de nema."               

'GEFA SERJÊKIRINÊ LI KEÇA MIN XWARIN'

T.A destnîşan kir ku demeke berê gef li keça wê xwaribûn û wiha domand: “Piştî kuştina 7 kesan ji malbata min, carek din vegeriyan û gef li me xwarin. Ez wek berê nikarim tevbigerim û li bazarê pêdiviyên xwe bikirim."             

T.A bi dengekî nizim got: "Em ditirsin, em dixwazin ji vir derkevin û biçin Iraqê, divê çareserî ji penaberên Iraqî re bê dîtin, em ji tirsa DAIŞ'ê re koçberî vir bûn."                

'TABÛREK JI 16 KESAN PÊK TÊ '

Koçberê sûrî A.E yê ji taxa El-Eşara ya herêma El-Meyadîn, bi 4 guleyan birîndar bûn. A.E wiha got: "Sibeha Cejna Remezanê 4 gule li min ketin, ez nizanim kesên ku xwestine min bikujin kî ne, ew tabûrek ji 16 kesan bû."

(dx)

ANHA