Ekrem Ustek ê ku dewleta Tirk şehîd xistiye, kî ye?

Ekrem Ustek di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de salên jiyana xwe di nav şoreşa Kurdistanê de bihurandin; xwe spart fikirê demokratîk û ji bo aştiyê têkoşiya. Ustek li bajarê ku berê xwe daye û li hemberî terorê û hevalbendên wê şer lê şer kir, gihaşt asta şehadete.

Ekrem Ustek ê ku dewleta Tirk şehîd xistiye, kî ye?
13 gulan, 2022   06:23
KOBANÊ-ZANA SEYDÎ

Ekrem Ustek roja çarşemê di êrişeke balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker li dijî Kobanê de şehîd bû.

Şehîd Ekrem Ustek di sala 1969'an de li Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Ciwantiya xwe di nav Tevgera Azadiya Kurdistanê de derbas kiriye. Ew şoreşgerekî welatparêz bû ku li gelek gund û deverên cuda yên Bakurê Kurdistanê dihat naskirin.

Ustek ji ber helwestên xwe yên neteweyî û xebatên xwe yên şoreşgerî yên ji bo doza kurdî hatibû girtin û 13 salan di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de ma.

Piştî ku dewleta Tirk ew berda, Ustek dîsa jî dev ji rêya azadiyê berneda û car din dest bi têkoşînê kir. Demekê di Şaredariya Gel a Şirnexê de kar kir û di encama êrişên dewleta Tirk ên li ser bajêr di sala 2015'an de, anku di dema îlankirina Rêveberiya Xweser li 13 wîlayetên Bakurê Kurdistanê de, birîndar bû.

Ekrem Ustek bi awayekî çalak beşdarî xebatên komkirina alîkariyan ji gelê Bakurê Kurdistanê ji bo Şengal û Kobanê bû. Ew jî piştî ku DAIŞ’ê êrişî wan her du herêman kir.

Ustek bê dudilî bersiva banga seferberiyê ya rêber Apo da û ji bo piştgirîdana berxwedana Kobanê sînorên çêkirî yên di navbera Bakur û Rojava de di sala 2015'an de derbas kirin û tev li berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞ'ê û hevkarên wê bû.

Piştî berxwedana dîrokî ya Kobanê, ew tev li kar û çalakiyên şoreşgerî yên li Rojava bû û bi coşeke mezin xebata xwe di şoreşa Rojava de meşand.

Di dema serdana xwe ji Başûrê Kurdistanê re di sala 2021'an de, Ekrem Ustek ji aliyê hêzên PDK'ê ve çend mehan hat girtin û piştî wê vegeriya Rojava û karê xwe yê şoreşgerî li qadên cuda domand.

Ekrem Ustek bavê 6 zarokan bû ku hêzên dewleta Tirk kurê wî Cûdî Ustek di şerê bajarên Bakurê Kurdistanê binçav kir û heta niha jî girtî ye.

Balafirek bêmirov a biçek a dewleta Tirk di sibeha çarşema borî de; di dema karê wî yê li ser rêya Helebê ya li başûrê Kobanê de, Ekrem Ustek kir armanc. Piştî wê jî balafirek din taxeke bajarê Kobanê kir armanc.

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê piştî çend saetan ji êrişê li ser malpera xwe ya fermî li ser Facebookê, êriş şermezar kir û bi "karekî terorê" wesif kir û got: “Dewleta Tirk a dagirker muxalifê ji hovîteya rejîma Tirkiyê reviya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef girt.”

ANHA