Ciwanên Şengalê di nava çalakiyan de ne

Çalakiya ciwanên bajaroka Sinûnê ya Şengalê a li dijî hebûna hêzên artêşa Iraqê ya di nava gund û bajêr de di roja 11’an de bi biryardariyek xurt didome.

Ciwanên Şengalê di nava çalakiyan de ne
12 gulan, 2022   17:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiya ciwanên Şengalê ya li dijî hebûna artêşê ser bi hikumta Kazimî ve ya di nava gund û navçeyên Şengalê de îro di roja 11’emîn de bi biryardarî berdewam kir. Çalakvanan xwestin hêzên girêdayî hikumeta Kazimî  ji nava gund û bajarokên Şengalê derkevin, parastina navxweyî radestî polîsan û Asayîşa Êzidxanê were kirin.

Wek her roj îro jî koma ciwanan piştî nîvro di saet 16:00’an de li Çarxerêya Sinûnê ya Şehîd Mam Zekî hatin gel hev, pankartên xwe hilgirtin û daxwazên xwe anîn ziman.

Çalakvanan bi pankart û dirûşman xwestin artêşa ser bi Kazimî ve ji nava gund û bajarokên girêdayî Şengalê derkevin, parastina navxweyî radestî polîsan û Asayîşa Êzidxanê were kirin.