​​​​​​​Topbarana li ser Kobanê û Minbicê didome

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê topbaranên li ser gundên Kobanê û Minbicê didomînin, her wiha li gundewarên Minbicê topbaranên dualî yên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk rû didin.

​​​​​​​Topbarana li ser Kobanê û Minbicê didome
12 gulan, 2022   17:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên rojavayê Kobanê topbaran dikin, heta niha gundên  Xirab Eto, Zor Mixar, Ziyaretê, Beyadê, Ehmed Mûnîr, Şêxlera Jorîn, Siftek, Boban tên topbarankirin, her wiha Girê Miştenûr û Qeremox ên başûrê rojhilatê Kobanê jî tên topbarankirin.

Li derdora Uwn Dadat û Erbe Kêlo yên gundewarên Minbicê topbaranên dualî yên çeteyên artêşa Tirk û hêzên hikumeta Şamê hene.

(fr)

ANHA