​​​​​​​Wezareta Petrolê ya Iraqê: Lihevkirinên herêma Kurdistanê ne destûrî ne

Wezareta Petrolê ya Iraqê derbarê hinardekirina petrol herêma Başûrê Kurdistanê de ragihand, her herêmek bi awayek serbixwe lihevkirinên petorlê li gel kompanyên cîhanî bike ji bo hinardekirina petrolê û gazê, tiştekî dervey desturê ye.

​​​​​​​Wezareta Petrolê ya Iraqê: Lihevkirinên herêma Kurdistanê ne destûrî ne
12 gulan, 2022   17:14
 NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezareta Petrolê ya Iraqê piştî gotinên Mesrûr Barzanî yên li ser petrol herêma Başûrê Kurdistanê, daxuyaniyek da û diyar kir mafê herêman nine bi awayek yek alî li gel kompanyên cîhanê lihevkirinan îmze bike.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hikûmeta federal a Iraqê mafê birêvebirina wan bîrên petrolê ku wê di dema pêş de werin derxistin, heye.

Her wiha hat gotin, siyaseta pêşxistina petrol û gazê tenê di stûyê hikûmeta federal de ye û lihevkirinên herêma Başûrê Kurdistanê yên li ser petrolê ne desturî ne.

Li aliyê din Rêveberê Kopanya SOMO ya bazarkirina petorlê ya Iraqê Ela Yasrî jî di hevpeyvînek televîzyonî de ragihand, Başûrê Kurdistanê petrolê bi şeş ta heft dolaran kêmtir ji nirxê asayî yê bazarên cîhanê difiroşe. Ela Yasrî got, ew jî amadene bi heman nirxî petrolê ji herêma Başûrê Kurdistanê wergirin û hinardeyî derve bikin.

Endamê Komisyona Darayî ya Parlementoya Iraqê Rêbwar Ebdurehman jî di daxuyaniyek de diyar kir Iraq di nava sê mehan de zêdetirî 10 milyar dolar dahat ji firotina petrol bidest xistiye.