ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN  A 11-05-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN  A 11-05-2022
10 gulan, 2022   23:00

-Ji bo piştgiriya berxwedana gerîlayan a li hemberî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Tevgera Çand û Hunerê şevbêrkeke hunerî li bajarokê Tiwêna li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido  ya Kobanê, ji bo bîranîna Hozan Mizgîn çalakiyeke hunerî li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên Serêkaniyê projeya dewleta Tirk a avakirina avahiyên mêtingehiyê şermezar kir û gotin divê civak û hêzên navneteweyî erka xwe pêk bînin, vê proje rawestîne û vegereke ewle ya koçberan li warê xwe were misogerkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber kêmkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, saetên dayîna kehrebeyê ji bo bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re tenê bûn 6 saet. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya bicihkirina milyonek penaberên sûrî li herêmên dagirkirî, dixwaze wan herêman ji Sûriyê qut bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Demeke dirêje têkiliyên Rêber Apo li zindana Îmraliyê ku weke ‘zindaneke yek kesî û bi ewlehiya mezin’ tê bi nav kirin qût bûne. Tevî ku di bin tecrîteke giran de tê girtin, bi hincetên nayen naskirin bi nêzikatiyên keyfî re rû bi rû tê hiştin û cizayên zêdetir li ser ferz dikin. Bi salane serlêdan û daxwazên hevdîtinê yên parazer, wasî û malbatan bi sedemên keyfî tên astengkirin. Li gorî agahiyên dawî 6 mehên din qedexeya hevdîtinê li Rêbertî ferz kirine.

ÇAND Û HUNER

- Piştî şehadeta Hozan Mizgîn bi dehan caran dewleta Tirk gora wê xirab kir û wêneyên di destê malbata wê desteser kirin. Lê nikaribûn denge wê ji guhê gelê Kurd qut bikin. Malbata Hozan Mizgîn diyar kir ku Hozan Mizgîn di dilê gelê xwe de cihekî baş û xweş hiştiye.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA