​​​​​​​Parlemantoya Katalonyayê êrişên dewleta Tirk li dijî gerîla şermezar kirin

Parlemantoya Katalonyayê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî kurdan şermezar kirin û bang li ji NY, Yekitiya Ewropa û Komkara Erebî kir ku bi lez mudaxele bikin û êrişan rawestînin.

​​​​​​​Parlemantoya Katalonyayê êrişên dewleta Tirk li dijî gerîla şermezar kirin
10 gulan, 2022   19:23
NAVENDA NÛÇEYAN.

Parlemantoya Katalonyayê der barê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê seroka Parlemantoya Katalonyayê Laura Borras ve hat xwendin.

Laura Borras diyar kir ku di demekê de Erdogan di dosya şerê li Ukraynayê de weke aştîxwaz dibîne, li dijî Başûrê Kurdistanê dest bi êrişeke leşkerî kiriye. Armanca wî ji van êrişan ew e ku herêmê vala bike û piştre dagir bike.

"SIYASETA ÎNKAR Û ŞERÊ LI DIJÎ KURDAN YEK JI PRENSÎPÊN NAVENDÎ YÊN DEWLETA TIRK E"

Di daxuyaniyê de hat gotin ku siyaseta înkar û şerê li dijî gelê Kurd yek ji pirensîpên navendî yên dewleta Tirk e, ji bo ku balê nekşînina ser rola xwe ya wêranker, xwe weke navbênkar di şerê li Ukraynayê pênase dike.

Laura Borras diyar kir ku dewleta Tirk di şer de çekên giran û hêzên bejayî bi kar tîne û bersiva herî baş ji bo dagirkeriyê, hevgirtina gelê Kurdistanê ye. Her wiha destnîşan kir ku ev êriş li ser tevahî herêmê xeter e.

‛QETILKIRINA GIRTIYÊN SIYASÎ’

Borras bal kişand ser Newroza 2022'an û got: "Di Newrozê de 10 Milyon Kurd li Bakurê Kurdistanê peyameke eşkere da Erdogan ku ew ê serî netewînin. Ji wê rojê ve, îşkenceya li girtîgehên Tirkiyê li ser girtiyên siyasî zêde bûye, li dijî nivîsgehên HDP'ê êriş pir bûn û kesên tevlî Newrozê bûn tên girtin, êrişên hewayî li ser Rojava jî zêdetir bûn.

Laura Borras da zanîn ku azadiya fîzîkî rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan dê li Tirkiyê rê li ber aştiyê vebike.

Der barê bêgengiya civaka navneteweyî de jî Borras ev yek anî ziman: "Erdogan rastî gelek krîzên navxweyî tê, ji ber wê êrişên xwe li ser gelê Kurd zêde kirine, dixwaze alîgirên xwe yên netewperest zêde bike. Eger ev bêdengî dewam bike dê li Kurdistan û Rojhilata navîn îstîqrarî têk biçe, xwîn bêhtir were rijandin û pêla koçberiyê bilind bibe.

Parlemantoya Katalonyayê ev bang kir:

Divê hikûmet û rêxistinên navneteweyî di nav de NY, NATO, Yekitiya Ewropayê û komkara Erebî  li dijî êriş û binpêkirinên dewleta Tirk tedbîrên lezgîn bigirin.

Divê Ispanya çekan ji Tirkiyê re neşîne û peymanên di navbera welatên Ewropa û dewleta Tirk de şermezar kirin.

Parlemantoyê êrişên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û daxwaza vekişandina artêşa Tirk a dagirker kir.

Divê partiyên siyasî, rêxistinên hiqûqî, rêxistinên aştiyê, sendîke û çalakvan li dijî êrişên dagireriya Tirk bisekinin.

Divê parastina partiyên Kurdî yên ji bo demokrasî, berjewendî, maf û azadiya kurdan kar dikin bê kirin.

Parlemantoya Katalonyayê cezaya muebedê ya li dijî Osmana Kavala şermezar kir, û li gor birayra dadgeha Ewropayê ya mafên mirovan daxwaza azadiya wî kir.