30`yemîn salvegera şehadeta Hozan Mizgîn: Bi hezaran li ser şopa wê ne

Dewleta Tirk bi dehan caran gora şehîd Mizgîn xirab kir û wêneyên di destê malbata wê desteser kirin. Lê nikaribû dengê wê ji guhê gelê Kurd qut bikin. Malbata Hozan Mizgîn diyar kir ku Hozan Mizgîn di dilê gelê xwe de cihekî xweş hiştiye. 

30`yemîn salvegera şehadeta Hozan Mizgîn: Bi hezaran li ser şopa wê ne
11 gulan, 2022   01:40
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Gurbet Aydin bi nasnav Hozan Mizgîn. Pêşeng, şoreşger û hunermenda gelê Kurd bi sekn û dengê xwe li dû xeta çanda şoreşgerî meşiya ku dengê wê ket guhên gelê Kurd. Her kesî ew bi çarika serê wê ya spî, sekn û dengê wê nasî.

Hozan Mizgîn di sala 1962'an de li bajarê Êlihê yê girêdayî Bakurê Kurdistanê ji dayik bû. Beriya darbeya 1980'î bi demeke kurt tev li nava Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Mizgîn ku di sala 1983'an de li Ewropayê di rêxistinkirin û pêşxistina hunerê de kedeke mezin da, her wiha di avakirina Hunerkomê de cih girt.

Mizgîn ku piştre berê xwe da çiyayan, di 11'ê Gulana 1992'an de li Tetwanê di encama êrişên dewleta Tirk de şehîd bû. Piştî şehadeta Hozan Mizgîn li çar perçeyên Kurdistanê navê wê li zarokên xwe kir. Di ser şehadeta Hozan Mizgîn 30 sal derbas bû, lê heya niha jî stranên Hozan Mizgîn li malên kurdan, li çiyayên Kurdistanê tên guhdar kirin. Piştî şahadeta Hozan Mizgîn, Şehîd Hozan Serhat wê bi navê "Mizgîn'a çeleng, xwedî nav û deng" bi bîr anî.

RÊBER OCALAN: KEÇEKE KU LAYIQÎ PKK'Ê BÛ

Rêber Abdullah Ocalan, jî li ser kesayet û sekna Hozan Mizgîn van tiştan dibêje: “Ew keçeke ji aliyê PKK'ê ve hat afirandin. Hevaleke me bû ku di temenê xwe yê biçûk de tev li me bû. Keçeke ku layiqî PKK'ê bû. Keça ku tu carî berovajî xeta PKK'ê nebû.”

Birayê Hozan Mizgîn, Şehmûs Aydin bi mûnasebeta salvegera 30`yemîn a şehadeta Mizgîn behsa kesayeta wê kir: “Dilê Mizgîn bi rehm bû. Gelek henekcî, civakî bû. Têkiliyên wê gelekî baş bûn. Ji xwûşka min zêdetir em wekî heval bûn. Dema li mal bû helbestên kurdî dinivîsî. Wan helbestên xwe jî ji bo ku dijmin nebîne ku kurdî qedexe bû di lingê kursiyan de diveşart. Gelek caran li mal distra. Her strana `Herne Pêş` distirî.”

`MIZGÎN DI DILÊ KURDAN DE CIHEKÎ BAŞ Û XWEŞ HIŞT`

Aydin, yek ji bîranînên bi Hozan Mizgîn re ku qet ji bîr nake wiha parve kir: “Dema Kenan Evren, derketina derve qadexe bû. Şêva Newrozê bû. Mizgîn digot `divê ez îşev Newrozê pîroz bikim.` Lênûs, rojname û bi rûpelan kom kir û şewitand. Got, ev ji destê me tê, em ê îsal jî Newroza xwe bi vî şêwazî pîroz bikin. Hozan Mizgîn di ciwantiya xwe de rêxistin naskiriye ku her di malên jinan de xwebirêxistin kiriye, xebat daye meşandin. Ji jnan re her pirtûk dixwend, digot bila herkes vê doza me binase.  Daxwaza wê ya herî mezin ew bû ku Kurd ji bindestiyê rizgar bibin.  Beriya şehîd bikeve bi çend rojan bi rêya telefonê em axivîn. Me gelek xwest wê bibînin lê rewşa heyî destûr neda. Heya niha jî dengê Mizgîn di guhê min de ye. Mizgîn di dilê kurdan de cihekî baş û xweş hişt.”

“Gelek caran gora Mizgîn xirab kirin” bi van gotinan re Aydin balkişand ser hovîtiya dewleta Tirk û got: “Me gelek caran dîsa çê kir lê dîsa xirab kirin. Şehadeta Mizgîn serbilindahiyek mezin e. Îro bi hezaran kes navê wê li zarokên xwe dikin. Şopeke gelekî baş li pey xwe hişt û çû.”

GORA WÊ HER TÊ XIRABKIRIN, WÊNEYÊN WÊ JÎ HATINE DESTESERKIRIN

Dewleta Tirk ne tenê êrişî gora Şehîd Mizgîn kiriye, her wiha hemû wêneyên wê bi malbatê re jî desteser kiriye. Aydin derbarê vê de dibejê: “Piştî Mizgîn tev li bû her dewleta Tirk êrişî mala me kir û hemû wêneyên wê desteserkirin. Ji ber wê wêneyên wê di destê me de nînin.”

`MIN HEVALA XWE WINDA KIR`

“Kesayeteke rast bû, zîrek bû û tiştên digot bicîh dianî” bi van gotinan Şûkran Akiş xwûşka xwe pênase dike. Şûkran Akiş behsa xweşikbûna dengê Hozan Mizgîn wiha dike: “Dema li Êlihê dawet çê dibûn bang li Mizgîn dikirin ku bistirê. Demên ku min pê re derbas kir gelekî xweş bûn. Me dizanîbû wê herê ji bo wê jî her ji min re strana `oy xerîbê` digot. Bi wê stranê dixwest min çûyîna xwe hîn bike. Her dixwest pêşeng be. Hemû wekî bîranînên gelekî bi nirx bi min re mane.”

Şûkran Akiş, tîne ser ziman ku bi sekin, delalbûn û hevaltiya Hozan Mizgîn gelekî bi bandor dibû û got: “Hevala min a herî baş bû. Piştî şehîd ket min hevala xwe winda kir.”

Şûkran Akiş jî wekî Şehmûs Aydin balkişand ser hedefgirtina gora Şehîd Mizgîn û got: “Her tim kevirê gora wê dişkênin. Nahêlin em kevir bibînin. Bi taybet yê Mizgîn tê hedefgirtin.”

 `WÊ KEDA WÊ BÊBERDAWAM KIRIN`

Derbarê êrişên 17'ê Nîsanê de ku ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî Başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin got ku divê her kes piştgiriya hevalên Mizgîn bike û van tiştan lê zêde kir: “Ew êrişa li ser wan bisekine. Em aşitî û biratiyê dixwazin bes e. Em mafê xwe dixwazin, naxwazin xwîn birijê. Daxwaza şehîd Mizgîn wekî daxwaza hemû gerîlayan azadî bû. Di rêya şeref û namûsê de şehîd ket. Di axa me de bi hezaran navê şehîd Mizgîn hatiye rakirin wê hîn jî bêrakirin. Wê keda wê bê berdewam kirin.”

Piştî şehadeta Hozan Mizgîn navê wê li 3 xwarz û biraziyê wê tê kirin.

ANHA