HRE: 5 leşkerên Tirk û çeteyek hatin kuştin, dronek jî hate xistin

Di rêzeçalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê de li bajarên Bab û Marê û herêma Efrînê, 5 leşkerên Tirk ên dagirker û çeteyek hatin kuştin û droneke artêşa Tirk hate xistin.

HRE: 5 leşkerên Tirk û çeteyek hatin kuştin, dronek jî hate xistin
10 gulan, 2022   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyaniyek da raya giştî, tê de encamên çalakiyên hêzên wan ên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li bajarên Babê û Marê û herêma Efrînê, eşkere kir.

HRE`yê têkildarî çalakiyan ev agahî parve kirin:

“Di 6 û 7`ê Gulanê de, li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyên bersivdayinê hatin lidarxistin.

Di 6`ê Gulanê de li herêma Babê li dijî baregeheke artêşa Tirk a dagirker 2 çalakî hatin lidarxistin. Di wan her du çalakiyan de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin.

Di 7`ê Gulanê de li herêma Babê baregeheke din hat hedefgirtin. Di wê çalakiyê de jî 2 leşkerên dagirker hatin kuştin.

Heman rojê li xeta Marê çalakiyeke sekvanî hate lidarxistin. Di wê çalakiyê de çeteyekî dewleta Tirk a dagirker hat kuştin.

Dîsa roja 7`ê Gulanê li herêma Efrînê dronek artêşa Tirk hate xistin.

Di wan çalakiyan de bi giştî, 5 leşkerên Tirk û çeteyek hatin kuştin.”

(cx)