Îlham Ehmed: Efrîn berî her tiştî dozeke sûrî ye

Îlham Ehmed ku bi rêya xizmeta “Zoom” tev li Komxebata Diyalogê ya Navnetweyî bû, teqez kir ku berî her tiştî Efrîn dozeke sûrî ye. Îlham Ehmed durûtiya aliyên navneteweyî rexne kir û got: “Qanûnên navneteweyî ne ji bo berjewendiyên gelan, ji bo yên dewletan tên bikaranîn.”

Îlham Ehmed: Efrîn berî her tiştî dozeke sûrî ye
10 gulan, 2022   12:25
ŞEHBA

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed bang li xelkê Efrînê kir ku hevgirtî bimînin û dev ji têkoşîna ji bo rizgarkirina Efrînê bernedin.

Îlham Ehmed di mejara yekemîn a Komxebata Diyalogê ya Navneteweyî de ya bi sernavê “Efrîn di aliyê cografî û dîrokî de” axivî û destnîşan kir ku Efrîn berî her tiştî dozeke Sûriyê ye.

Îlham Ehmed di axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Berî her tiştî Efrîn dozeke sûrî ye û hemû pêkhateyên Sûriyê eleqedar dike, bi taybet jî pêkhateya Kurd. Efrîn xwedî nasnameyeke kurdî ye û hedefgirtina wê ji aliyê dewleta Tirk ve, dozeke siyasî ye. Dewleta bi dagirkirina Efrînê hewl da projeya xwe ya osmanî berfirehtir bike. Ji ber reseniya çanda kurdî ya li Efrînê, dewleta Tirk berê xwe da vê erdnîgariyê û çand, dîrok, demografiya herêmê û aliyê siyasî û civakî kir hedef.”

Îlham bêdengiya civata navneteweyî li hember dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, şermezar kir û got: “Li pêşiya çavên cîhanê, dewleta Tirk Efrîn dagir kir. Efrîn di bin wîsayeta Rûsyayê de bû. Bi wateyeke din Rûsan berpirsyariya girtina qada hewayê ya wê erdîngariyê li xwe girt. Lê dîsa jî destûr da dewleta Tirk ku êrişên bejahî û hewayî li dijî herêmê pêk bîne.”

Îlham îşaret bi durûtiya aliyên navneteweyî li hember êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker li dijî kantona Efrînê kir û wiha pê de çû: “Dagirkirina Efrînê, sûcên li dijî şêniyên wê li pêşiya çavên cîhanê pêk hatin. Lê dîsa jî li hember sûcên ku heta niha li dijî şêniyên herêmê pêk tên, bêdengî heye. Civata navneteweyî dikare behsa sûcên El-Esed bike, lê nikare behsa sûcên dagirkeriya Tirk bike. Tenê di raporan de behsa van sûcan tê kirin. Ev jî dualîbûna wan nîşan dide.”

Îlham wiha dirêjî da axaftina xwe: “Cîhan bi giştî piştgiriya Ukraynayê dike. Lê belê li Sûriyê, li hember hemû rengên guhertina demografiya herêmên dagirkirî, kuştin, revandin, tecawizkirina jinan, êşkenceyê û sûcên li dijî mirovahiyê, bêdeng e. Helwesta der barê Sûriyê de tê nîşandan, asta fikaran derbas nake.”

Îlham Ehmed bal kişand ser projeya Erdogan ya bicihkirina nêzî milyonek welatiyên Sûriyê li bakurê Sûriyê û wiha dewam kir: “Komkera Ereban ji avahiyên mêtîngeriyê yên ku Îsraîlê li Fîlistînê ava dike, bi fikar e. Lê qet behsa avahiyên mêtîngeriyê yên ku li Efrînê têne avakirin nake, nexasim ku bi desteka dewletên endamên Komkara Ereban ev yek pêk tê. Dualiya pîvanan, faktorekî siyasî yê dewletên xwedî berjewendî ye. Bi wateyekî din, ev helwest ne ji bo berjewendiyên gelan, ji bo berjewendiyên dewletan tên bikaranîn.”

Îlham Ehmed bang li xelkê Efrînê kir ku li hember dagirkeriyê li ber xwe bidin û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Divê ev siyaset ji nûve di ber çavan re bên derbaskirin. Ji ber ku zarokên Efrînê şerê DAIŞ`ê kir. Li her derê şerê DAIŞ`ê kir û hevbendiyeke xurt di navbera dewletên koalîsyonê û van yekîneyan de hat avakirin. Lê ev yekîneyên ku şerê DAIŞ`ê kiriye, li Efrînê terorîst tên binavkirin. Ev bi xwe dualîtî ye. Êdî ev durtî eşkere bûne. Şerê cîhanê yê Sêyemîn ku em niha jiyan dikin encama vê dualîbûna pîvanan e. Ez ji şêniyên Efrînê re dibêjim, xwedîderketina li axê, armanca me ya sereke ye ji bo em vegerin û biyaniyan ji Efrînê derxin. Em bang li wan dikin dengê xwe bilind bikin û banga vegera li warê xwe bikin.”

(şx)

ANHA