Ji bo piştgiriya gerîla li Kobanê konê çalakiyê hat vedan

Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Qinayê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û xiyaneta PDK`ê û piştevaniya berxwedana gerîla, çalakiya konvedanê li dar xist.

Ji bo piştgiriya gerîla li Kobanê konê çalakiyê hat vedan
Ji bo piştgiriya gerîla li Kobanê konê çalakiyê hat vedan
Ji bo piştgiriya gerîla li Kobanê konê çalakiyê hat vedan
Ji bo piştgiriya gerîla li Kobanê konê çalakiyê hat vedan
Ji bo piştgiriya gerîla li Kobanê konê çalakiyê hat vedan
Ji bo piştgiriya gerîla li Kobanê konê çalakiyê hat vedan
Ji bo piştgiriya gerîla li Kobanê konê çalakiyê hat vedan
10 gulan, 2022   11:14
KOBANÊ

Çalakiya konvedanê bi dirûşma “Werin cenga azadiyê, em xiyanetê têk bibin” hate lidarxistin. Şêniyên navçeyên Çelebiyê, Sirîn, Şêran û Qinayê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl tev li çalakiyê bûn.

Di çalaiyê de li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê Rengîn Osê axivî û êrişên hevbeş ên dewleta Tirk a dagirker û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) şermezar kir. 

Rengîn teqez kir ku şêniyên herêmê piştgiriya berxwedana gerîla dikin, ku li hemberî dagirkeriya Tirk şerê hebûnê dimeşînin.

Tê payîn ku çalakiya konvedanê du rojan ji saet 10:00`ê sibehê û heta saet 15:00`an piştî nîvro, berdewam bike û nûnerên Meclisa Kantona Kobanê, saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê, Kongra Star û Tevgera Ciwanên Şoreşger tev li çalakiyê bibin.

Di çalakiyê de her wiha di çarçoveya hemleya derxistina PKK`ê ji “lîsteya terorê” de, îmze tên berhevkirin.

 (şx)

ANHA