HPG`ê 4 gerîlayên li Zap û Avaşînê şehîd bûne bi bîr anîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê  bi daxuyaniyekê eşkere ku li Zap û Avaşînê 4 gerîla şehîd bûne û got, "Em ê ala têkoşînê ya hevrêyên xwe Rêber, Armanc, Botan û Çiya bilindtir bikin.”

HPG`ê 4 gerîlayên li Zap û Avaşînê şehîd bûne bi bîr anîn
10 gulan, 2022   08:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 4 gerîlayên şehîd bûne daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Ewladên herî bijarte yên gelê me, milîtanên fedayî yên partiya me hevrêyên me Rêber, Armanc, Botan û Çiya şehîd bûn. Hevrêyên me yên milîtan fedayî ku her yek ji wan weke fedayiyekî ber bi şerê azadiyê ve meşiyan û bi tevlibûna xwe xeta fedayîtiyê û têkoşîna me mezin kir, li dijî êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a mêtînger a li ser Zapê bi rengekî çalak şer kirin. Weke fedayî û fermandaran di asta mînak de şer kirin û bi lehengî şehîd bûn. Em ê hevrêyên xwe Rêber, Armann, Botan û Çiya ji xwe re bikin mînak, ala wan a têkoşînê bilindtir bikin û bi serketinê tacîdar bikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Rêber Andok

Nav paşnav: Veysel Dîrî

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Munevver-Şehmûs

Dem û cihê şehadetê: Nîsana 2022 / Avaşîn

Nasnav: Armanc Kurdo

Nav paşnav: Baran Doymaz

Cihê jidayikbûnê: Semsûr

Dayik-Bav: Fatma-Şeyho

Dem û cihê şehadetê: Nîsana 2022 / Avaşîn

Nasnav: Botan Amed

Nav paşnav: Ahmet Yener

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Netîce-Garîp

Dem û cihê şehadetê: Gulana 2022 / Zap

Nasnav: Çiya Garzan

Nav paşnav: Saît Gencer

Cihê jidayikbûnê: Stenbol

Dayik-Bav: Cemîle-Abdulhadî

Dem û cihê şehadetê: Gulana 2022 / Zap

Malbatên hêja yên hevalê me Rêber, Armanc, Botan û Çiya yên ku li çiyayên Kurdistanê ji bo azadiya gelê me li her derê bi fedaî têkoşiyane di serî de em sersaxiyê ji hemû gelên Kurdistanê re dixwazin."