Hemîd El-Ebid: Vegerandina koçberan gavek ber bi mayîndekirina dagirkeriyê ye

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid got, “Armanc ji vegerandina koçberên Sûriyê û bicihkirina wan li herêmên dagirkirî, guhertina demografiyê û mayîndekirina dagirkeriyê ye.”

Hemîd El-Ebid: Vegerandina koçberan gavek ber bi mayîndekirina dagirkeriyê ye
10 gulan, 2022   08:26
EYN ÎSA

Di demên dawîn de daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk di serî de Recep Tayyîp Erdogan yên têkildarî avakirina avahiyên mêtîngeriyê ji koçberên Sûriyê re li herêmên dagirkirî mîna Cerablus, Bab, Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê bi hevkariya dewletên din, zêde bûn. Dewleta Tirk amadekariyan dike ku derdora milyonek penbarên sûrî ji Tirkiyê derxe û li wan herêman bi cih bike da ku demografiya herêmê biguherîne.

Medyaya hikumeta Tirkiyê bi bîr xist ku NY, YE û dewletên Kendavê destekê didin vê plana dewleta Tirk.

Ya rastî, komeleyên qeterî û kiwêtî destekê didin dewleta Tirk da ku avahiyên mêtîngeriyê li Efrînê ava bike. Hin çavkaniyan jî behsa destekdayîna Almanyayê jî kir.

Gelek aliyên siyasî û civakî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev daxuyanî red kirin û gotin armanca wê, mayîndekirina dagirkeriyê ye û civata navneteweyî ji berpirsyariyên xwe direve û rê li pêşiya avakirina avahiyên mêtîngeriyê û bicihkirina penaberan li şûna şêniyên hatine koçberkirin, nagire.

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid têkildarî wan daxuyaniyan wiha axivî: "Xaka ku dewleta Tirk behsa wê dike xaka Sûriyê ye û bi hêza çekê dagir kir. Her wiha aloziya hundirîn a Sûriyê û bêdengiya civata navneteweyî bi kar anî. Tu mafê wê di diyakririna çarenûsa gelê Sûriyê de tune ye."

Tevî axaftinên hikumeta Şamê ku her tim behsa serdestiya Sûriyê û yekitiya xaka Sûriyê dike jî, lê tu helwest ji aliyê wê ve derneket.

Hemîd El-Ebid wiha domand: "Rola dewleta Tirk di aloziya Sûriyê de ya herî mezin bû ku bi rêya piştgiriya komên çeteyan ji aştiyane veguherand şerekî leşkerî. Di encamê de bi sed hezaran şênî ji warên wan da koçberkirin. Dewleta Tirk piştre ev dosya “penaberên sûrî”, di aliyên siyasî û aborî de wekî kaxizeke zextê bi kar anî û pê gef li civata navneteweyî xwar da ku dagirkirina dewletên cîran bi hiceta avakirina herêmeke ewle ji bo vegera penaberan rewa bike."

El-Ebid diyar kir ku daxuyaniyên dawîn yên rayedarên Tirkiyê, gaveke ber bi sepandina dagirkeriyê ye û bang li civata navneteweyî kir ku destwerdanê bike da ku derfetê nede dewleta Tirk ku avahiyên mêtîngeriyê li herêmên Sûriyê yên dagirkirî ava neke. Hemîd wiha domand: “Li şûna destekê didin hewldanên dewleta Trik ku bi rêya bicihkirina penaberan li şûna şêniyên herêmê yên resen demgrafiya herêmê biguhere, vegereke ewle ji bo şêniyên resen misoger bike ku dagirkeriya Tirk ew koçber kirine.”

Piştî êrişa dewleta Tirk di 9`ê Cotmeha 2019`an de zêdetirî 100 hezar kes ji kantona Girê Spî û gundewarên wê koçber bûn, di nava rewşên jiyanî û madî zehmet de dijîn piştî ku ji malên xwe derketin û çavkaniya jiyana xwe winda kirin. Koçber li herêmên Reqa, Tebqa û gundewarên wê belav bûne û nêzî 6 hezar koçber di kampa koçberên Girê Spî de ku li bakurê Reqayê ye, dijîn.

Têkildarî mijarê koçberê bi navê Ehmed El-Zaîm wiha axivî: "Dewleta Tirk bi hêza çekê em ji warê me koçber kirin. Em ê li ber xwe bidin heta ku xaka xwe rizgar bikin. Em qebûl nakin ku avahiyên mêtîngeriyê li herêmên me bên avakirin. Divê civata navneteweyî dagirkeriya li ser herêmên me bi dawî bike, heta ku em vegerin warên xwe li şûna ku alîkariya dagirkeriya Tirk dike ku avahiyên mêtîngeriyê ji bo bicihkirina penbaran li herêmên me ava bike.”

Ji destpêka ku dewleta Tirk herêmên Sûriyê dagir kirine, siyaseta guhertina demografiyê pêk tîne û ew jî bi rêya koçberkirina şêniyên resen û bichkirina malbatên çeteyan di malên koçberan de. Her wiha gelek avahiyên mêtîngeriyê li kantona Efrînê bi pereyên ji Kendavê û rêxistinên îslama radîkal ava kir piştî ku mal û milkên koçberan desteser kir.

(bx)

ANHA