Nebîl Werdê: Em ji bo parastina xak û gelê xwe li vir in

Fermandarekî Meclisa Parastina Xabûrê ya Asûrî diyar kir ku êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser gundên asûrî yên Til Temirê, berdewamkirina komkujiyên li hember pêkhateyên herêmê ne û got, "Em di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişan didin."

Nebîl Werdê: Em ji bo parastina xak û gelê xwe li vir in
10 gulan, 2022   08:39
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û bi taybet êrişên li ser gundewarên navçeya TIl Tmirê didomin. Di êriş û topbaranê de gundên asûran yên Til Tewîl, Um Xefa, Til Kevçî, Til Cuma û Til Şenan tên hedefgirtin. Ji ber êrişan piranî mal û milkên şêniyan hatin wêrankirin.

Der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî eniyên li navçeya Til Temirê, ji wan jî gundên asûrî yên li keviyên çemê Xabûrê de Nebîl Werdê wiha got: "Ji ber êrişên dagirkeriyê li ser gundên me gelek welatî şehîd û birîndar bûne."

Nebîl Werdê di dewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Ji ber êrişan ziyanên mezin gihaştin mal û milkên welatiyan. Armanca dagirkeran koçberkirina welatiyan, çewisandina nasnameya asûrên herêmê ye. Ev êriş berdewam rêzekomkujiyên li dijî gelê Asûr in. Ji komkujiya Simêlê bigire heta bi komkujiyên çeteyan di 2015’an de li dijî gelê Asûrî pêk anîne."

Nebîl Werdê anî ziman ku artêşa Tirk a dagirker bi idîaya ku baregehên wê ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ve tên topbarankirin, herêmê dike armanc, lê ew yek dûrî rastiyê ye.

Girêdayî pabendbûna bi agirbestê, Nebîl Werdê wiha pê de çû: "Hêzên me li gor peymana agirbestê tev digerin, lê di çarçoveya mafên parastina rewa de em bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didin."

Fermandarê Meclisa Parastina Xabûrê ya Aşûrî Nebîl Werdê di dawiyê de got: "Em ji bo parstina xakê û gel li vir in û bi erkên xwe yên parastina herêmê û welatiyên wê bi giştî li ber xwe didin. Em bang li hêzên garantor dikin bi erkên xwe yên parastina herêmê rabin û sînorekî ji êrişên dewleta Tirk a dagirker re deynin."

(şt)

ANHA