Siyasetmedar: Şerê li dijî Kurdan şerê li dijî hemû pêkhateyan e

Siyasetmedarên ji gudnewarên rojhilatê Dêrazorê li ser planên mêtîngeriyê yên dagirkeriya Trik hişyarî da û teqez kir ku şerê li dijî Kurdan di heman demê de şerê li dijî Ereban û hemû pêkhateyan e.

Siyasetmedar: Şerê li dijî Kurdan şerê li dijî hemû pêkhateyan e
10 gulan, 2022   06:24
DÊRAZOR – FATMA EL-EBID

Dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê û Iraqê siyaseteke mêtîngeriyê ya berfireh dimeşîne. Ew jî bi rêya êrişên ji 17`ê Nîsana borî ve li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bikaranîna çekên qedexekirî bêyî hesabxwestina navneteweyî pêk tê.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê û Şengalê li hemberî wan êrişan hêrseke mezin heye. Şêniyên wan herêman bi rêya daxuyanî û çalakiyan berteka xwe nîşan didin. Ji be ku ev êriş hemû pêkhateyan dike hedef.

Têkildarî mijarê, hevserokê Meclisa Gel a bajarokê Hecînê yê gundewarên rojhilatê Dêrazorê Selah El-Selman wiha axivî: "Destdirêjiyên dewleta Tirk ên domdar, binpêkirina sîstem û pîvanên navneteweyî ye. Zêdebûna êrişên li ser Bakurê Iraqê, bi erêkirina hikumeta Iraqê bi beşdarbûn PDK`ê ye."

Selah El-Selman destnîşan kir ku dewleta Tirk êrişên giştî pêk tîne û îdia dike ku ew tenê êrişî Kurdan dike û wiha domand: “Lê ev axaftin ne rast e. Ji ber ku fetisandina gelê Ereb fetisandina pêkhateya Kurd e jî, fetisandina Kurdan jî di heman demê de fetisandina Ereban e. Em vê axaftina dûrî rastiyê, qebûl nakin."

SIYASETÊN EŞKERE

Salih El-Selman di axaftina xwe de diyar kir ku ev siyaset êdî ji gelê Rojhilata Navîn re eşkere ye û got: “Ji ber ku feraseta cudakirinê ji hikumetên emperyalîst hatiye girtin. Haya me ji van planan heye. Dema ku pêkhateyek li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê hedefgirtin, bi awayekî otomatîk pêkhateyê din jê tê tunekirin."

Salih El-Selman di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişan hevgirtina civakî û yekitiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê dike hedef. Bi wê yekê hewl dide armancên xwe yên mêtîngeriyê li herêmê giştî pêk bîne. Em bang li hemû pêkhateyên herêmê dikin ku yekitiya xwe ava bikin û hevgirtina civakî xurt bikin da ku li hember dijminahiya dewleta Tirk li ser herêmê bisekinin."

Her wiha Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê gundewarên rojhilatê Dêrazorê Mihemed El-Zayid jî destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişan li Sûriyê û Iraqê dagirkirin e û ev tişt got: "Kirinên dewleta Tirk dermirovî ne. Armanca wan têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e ku piştî têkbirina çeteyên DAIŞ`ê li herêmê serkeftinek mezin bi dest xist."

Mihemed El-Zayid wiha pê de çû: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker û zirarên wê ne tenê li dijî yek pêkhateyekî ne, lê belê li dijî hemû pêkhateyan e. Dewleta Tirk bi rêya çete, hevkar û şaneyên terorîst dixwaze tevlîheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxîne da ku wan parçe bike û serweriya xwe li ser wan ferz bike. Lê belê dê ev yek pêk neyê."

El-Zayid wiha dawî li axaftina xwe anî: "Projeya Rêveberiya Xweser û hevgirtina hemû pêkhateyan garantiya sereke ya şêniyên herêmê ye. Tenê bi vê yekê em ê karibin aştî û aramiya li herêmên xwe mayînde bikin.”

 (bx)

ANHA