ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-05-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-05-2022
9 gulan, 2022   23:00

-Şêniyên Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi organîzekirina ji hêla Yekitiya Jinên Ciwan ve li Hesekê xwepêşandanekê ji bo şermezarkirina êrişên qirkirinê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya 5’an li kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi meclisên bajar û navçeyên kantonê re li Til Temirê li dar dixe. Saet 11:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Birîndarên Şer ên Herêma Firatê ji bo şermezarkirina êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandanekê li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şandeyek ji jinên eşîrên Til Hemîsê serdana Meclisa Jinan a PYD’ê ya li Qamişloyê dike. Saet 10:00’an sibehê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Piştî 5 salan ji rizgarkirina Tebqayê ji çeteyên DAIŞ'ê, li bajêr û gundewarên wê tevgereke berbiçav a jinûve avakirin heye, di hemû aliyên jiyanî de gavên mezin hatine avêtin, di heman demê de ji ber hevgirtina gel bi Hêzên Ewlekariya Hindirîn re, hemû planên derxistina fitneyan hatin têkbirin.

- Endamê Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Îsa Mistefa da zanîn ku hikumeta Mistefa Kazimî û PDK`ê fermanên dewleta Tirk ên qirkirina gelê Kurd pêk tînin, her wiha endamên Yekitiya Mala Êzidî ya Helebê diyar kir ku armanc ji van êrişan qirkirina gelê Kurd e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Yek ji fermandarên meydanî yên QSD’ê li eniya şer, da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker Tirk li derdora navçeya Eyn Îsayê tevgerên xwe zêde kirine, armanc ji wan êrişên li dijî herêmê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Fermandarekî Meclisa Heres El-Xabûr a Aşûrî diyar kir ku êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser gundên aşûrî yên Til Temirê  berdewamkirina komkujiyên li hember pêkhateyên herêmê ne û got, "Em di çarçoveya mafên parastina rewa de bersiva êrişan didin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rewşenbîr û akademisyenan diyar kir ku baştirîn hêza civakî li himber êriş û sîstemên desthelatdar, xweparastine û got, xweparastin ne tenê rakirina çekan e, lê belê girêdana bi xakê û parastina ziman, dîrok û çandê ye jî. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid daxuyaniyên berpirsên dewleta Tirk a faşîst ên têkildarî vegera koçberên Sûriyê û bicihkirina wan li herêmên dagirkirî yên bi armanca guhartina demografiya wan herêman û rewakirina dagirkeriyê şermezar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Siyasetmedarên ji gudnewarên rojhilatê Dêrazorê hişyarî li ser planên dagirkeriyê yên dewleta Trik ên bi rêya êrişên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, da. Her wiha teqez kir ku armanca wan hemû pêkhateyên herêmê ye ne, tenê weke ku dewleta Tirk dibêje ku şerê Kurdan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Kurdiyar Direî, bertek nîşanî hevkariya malbata Barzanî bi dewleta Tirk re û êrişên wan ên li ser qadên gerîla da. Direî bal kişand ser dîroka PDK’ê ku bi xiyanetê dagirtî ye û got, “Ji bo kesên ku wate nadin û dersan dernaxin, dîrok xwe dubare dike. Dijmin jî qesî hinek kurdan şoreşên wan têk nebirine.”(BI WÊNE)

DOSYA

- Careke din behsa têkliyên di navbera Rûsya û Îranê li Sûriyê de tê kirin. Çavkaniyên Îsraîlê gotin di demekê de di navbera Îsraîl û Rûsyayê de der barê rewşa Ukrayna de nakokî derketine hêzên Îranê li Sûriyê cihê hêzên Rûsyayê digirin. Gelo ev yek ji ber armancên sereke yên Rûsyayê hatine guhertin, an jî zexteke Rûsî li ser Îsraîlê ye? tu guhertineke din di têkliyên di navbera Rûsya û Îranê li Sûriyê de çêbûne?

JIN

-Piştî bajarê Tebqayê ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin rewşa jinên wê hate guhertin. Cilên û bergehên reş ji ser xwe avêtin, parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember êrişên li dijî destkeftiyên wê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA