​​​​​​​‘Tu cudahiya PDK`ê û DAIŞ`ê tune ye‘

Endamê Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Îsa Mistefa da zanîn ku hikumeta Mistefa Kazimî û PDK`ê fermanên dewleta Tirk ên qirkirina gelê Kurd pêk tînin, her wiha endamên Yekitiya Mala Êzidî ya Helebê diyar kir ku armanc ji van êrişan qirkirina gelê Kurd e.

​​​​​​​‘Tu cudahiya PDK`ê û DAIŞ`ê tune ye‘
10 gulan, 2022   03:34
NAVENDA NÛÇEYAN

18`ê Nîsana borî, hikumeta Mistefa Kazimî bi destekdayîna PDK`ê û dewleta Tirk bi çekên giran, tank û topan êrişî Şengalê kir û bajarê Sinûnî yê Şengalê topbaran kir. Di 2`yê Gulanê de êrişî herêma Şengalê kir. Armanca wê ji vê yekê ew e ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibe û hêzên ku êzîdiyan ji bo parastina xwe ava kirin, tune bike. Ev hêz piştî ku hikumeta Iraqê û PDK`ê di êrişa DAIŞ`ê li ser Şengalê ya 2014`an de ku dev ji Şengalê berdan, hate damezirandin.

Girêdayî mijarê endamê Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê Îsa Mistefa ji ANHA`yê re wiha axivî: "Êrişa li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê, komployeke plankirî ji aliyê hikumeta Iraqê, PDK`ê û dewleta Tirk ve ye."

Mistefa diyar kir ku êrişa artêşa Tirk a dagirker bi beşdarbûna PDK`ê li dijî gerîla û Şengalê tê kirin û wiha axivî: "Di dema ku êrişa hevbeş a dewleta Tirk û PDK`ê li dijî gerîla dihat kirin, artêşa Iraqê êrişî Qezaya Şengalê kir. Xwestin bi vê yekê îradeya civaka êzidî li Şengalê bişkînin û wan qir bike."

 ‘ARTÊŞA IRAQÊ Û PDK JI BER ÊRIŞÊN DAIŞ`Ê LI SER ŞENGALÊ REVIYAN‘

Mistefa wiha pê de çû: "Tişta ku di sala 2014`an de di êrişa DAIŞ`ê de ku bi serê şêniyên Şengalê de hat, tê bîra me. Artêşa Iraqê û PDK`ê ji ber DAIŞ`ê ji Şengalê, reviyan. Ew kes li ku derê bûn, dema ku zarok, jin û şêxên êzidîyan hatin kuştin û revandin. Ên parastina Şengalê kir gerîla û şêniyên Şengalê bi xwe bûn."

Mistefa diyar kir ku êrişa li ser Şengalê di vê demê de ji bo têkbirina projeya Rêveberiya Xweser li Şengalê, derxistina tevlîheviyê di navbera Kurd û ereban de ye, ev jî beşek ji siyasetên dewleta Tirk e lê gel li dijî van êriş û planên qirêj li ber xwe dide û her tim gelê rêxistinkirî û berxwedêr dê bi ser bikeve.

 ‘TU CUDAHIYA PDK’Ê Û DAIŞ`Ê TUNE YE‘

Mistefa got dewleta Tirk dixwaze careke din civaka êzidî ji aliyê hikumeta Mistefa Kazimî û PDK`ê ve tune bibe piştî ku plana qirkirina êzidîyan ji aliyê DAIŞ`ê li Şengalê têk çû û wiha axivî: "Tu ferqa PDK`ê DAIŞ`ê tune ye, ji ber fermanên dewleta Tirk pêk tîne."

Mistefa diyar kir ku avakirina dîwar di navbera Sûriyê û Iraqê yek ji planên dewleta Tirk e û armanca wê ku êrişî Şengalê bike, dagir bike û rê li pêşiya gelê Rojava û Şengalê qut bike.

Îsa Mistefa di dawiyê de bang li gelê Rojava kir ku destekê bide şêniyên Şengalê, li hember siyasetên dewleta Tirk bi wan re bisekine, parastina wê bike. Ji ber parastina Şengalê tê wateya parastina nasname û dîroka Kurd.

‛ARMANC JI ÊRIŞÊN LI SER ŞENGALÊ KU GELÊ KURD JI KOKÊ VE WERE QELANDIN’

Her wiha endamên Yekitiya Mala Êzidîyan a bajarê Helebê teqez kir ku armanc ji êrişan ku gelê Kurd ji kokê de were qelandin. Gulê Birîm êrişa hikumeta Mistefa Kazimî li ser Şengalê şermezar kir û wiha axivî: "Civaka êzidî rastî 74 fermanan hat û hê jî ji aliyê dewletên herêmî ve rastî komkujiyan tê. Dewleta Tirk naxwaze Kurd pêşkevin û destkeftiyan bidest bixe. Ji ber wê jî hemû rêbazan bi kar tîne da ku hebûna wî tune bike û ew jî bi rêya ku wan ji kokê tune bike û êrişî Şengalê dike ku nûnertiya resentî û koka kurdan dike."

Gulê Birîm di axaftina xwe de teqez kir ku dewletên mezin ji bo qirkirina kurdan hevkar in û ev tişt got: "Dewletên ku li hember bûyerên rastî gelê Kurd bi giştî û civaka êzidî bi taybet bê helwestin, alîgirê vê yekê ne û fikreya tunekirina kurdan erê dikin. Bêdengiya van dewletan nîşaneya vê yekê ye."

Gulê Birîm ev tişt anî ziman: "Rêxistinên mafên mirovan ku îdia dikin ku parastina mafên mirovan dikin, çima tu helwestê li beramberî êrişên li ser Şengalê nîşan nadin û çima van êrişan sînordar nakin?"

Her wiha Gulê Birîm destnîşan kir ku dewleta Tirk bi navê ola Îslamê sûcan pêk tine, lê ol ji hovîtiya wan dûr e.

 ‘ÊRIŞ FERMANÊN NÛ NE‘

Endama Ciwanên Yekitiya Mala Êzidî Newroz Qasim êrişên li ser Şengalê şermezar kirin û got êrişên li ser Şengalê fermanên nû ne û armanca wan ku çand û hebûna êzidîyan tune bikin.

Newroz Qasim di dawiyê de bang li civaka navneteweyî kir ku sînor ji dewletên ku dixwazin civaka êzidî careke din tune bikin re dayinin û teqez kir ku divê civaka navneteweyî destwerdanê bike û sînor ji êriş û fermanên li ser Şengalê re, dayne.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3Xik37xlgGg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>