​​​​​​​Ebûd Eyn Îsa: Dewleta Tirk li hember Eyn Îsayê tevgerên leşkerî zêde kirine

Yek ji fermandarên meydanî yên QSD’ê li eniya şer, da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker Tirk li derdora navçeya Eyn Îsayê tevgerên xwe zêde kirine, armanc ji wan êrişên li dijî herêmê ye.

​​​​​​​Ebûd Eyn Îsa: Dewleta Tirk li hember Eyn Îsayê tevgerên leşkerî zêde kirine
10 gulan, 2022   01:37
KOBANÊ- CUMA MIHEMED

Fermandarê Foca Leşkerî ya Şehîd Çarjîn Mîtan Ebûd Eyn Îsa ya Meclisa Leşkerî ya Girê Spî ku li derdora navçeya Eyn Îsayê bi cih bûne got navçeya Eyn Îsa xwedî girîngî ye û dikeve ser rêya M4 ku Heleb û Hesekê bi hev ve girê dide. Ew jî dibe armanca dewletên mêtinger ku xwedî rêya bazirganî ye.

Ebûd Eyn Îsa destnîşan kir ku QSD gelek êrişên dagirkeriya Tirk li ser gund û navenda navçeya Eyn Îsayê bi taybet gundên Seyda, Muelek û Cedîdê, belge kirine û beriya 10 rojan jî ew gund bi dijwarî hatin topbarankirin, ziyan û windahî çêbûn.

Ebûd Eyn Îsa diyar kir ku hêzên wan di van demên dawî de liv û tevgerên dagirkeriyê yên li hember gund û navenda navçeya Eyn Îsayê zêde kirine, avakirina baregehên leşkerî û stirên axî şopandin.

Ajansa me avakirina zêdetirî 22 baregehên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker li Eyn Îsa û gundewarên rojavayê Girê Spî ava kirine, belge kirin. Bargeh li gundên Xirbet Faris, Hîcaziyê, Ebdikê, Îlwa, Mardûde, Kafîfe, Tîba, Dexîlêb, Malkiyê (Muelek), Sayde, Xaldiyê, Tîna, Um Kebîr, Salhiyê û Şergirak 3 baregehên leşkerî, Sakîro, Bîr Îsa, Muşêrfê, Kanterî û Tirwaziyê, hatin avakirin.

Li kêlek wê jî bi dirêjahiya 230 kîlo metre lêkirina dîwar li hundirê xaka Sûriyê bi dawî kir. Xendek bi kûrahiya 4 mitre koland, piştre dîwar lêkir. Armanca wê qutkirina herêmên Girê Spî û Serêkaniyê yên dagirkirî ye ku dagirkirina xwe rewa bike, her wiha da ku piştre herêmên li bakurê rêya M4 ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rojavayê wê ve girê dide qut bike.

Ebûd Eyn Îsa ev tişt got: "Em hêzeke hevbeş ji Ereb, Suryan, Kurd, Asûr û Ermen in û dixwazin aştî li vê herêmê pêk bê. Heke şer bi ser me de hat, em li hember çi êrişekê, çi dewleta Tirk an jî dewleteke mêtinger dibe amade ne. Em hêzeke demokratîk in û di çarçoveya parastina mafên rewa de parastina projeya neteweya demokratîk dikin."

Der barê êrişên dawî yên li ser herêmê de, Ebûd Eyn Îsa diyar kir ku di demên dawî de êriş û topbaran li ser Eyn Îsa zêde bûn, lê ew ji bo çi êrişeke leşkerî, di çarçoveya parastina rewa de, amade ne.

Gundên El-Dibs, Xaldiyê, Hoşan, Malkiyê, Sêda, El-Cedîdê, Mûşêrafê û gundên din ên gundewarên Eyn Îsa û gundewarên rojavayê Girê Spî rojane, ji baregehên dewleta Tirk ên li axa Sûriyê hatine avakirin, tên topbarankirin.

Di 24'ê Nîsanê de welatiyê bi navê Mihemed Elî Osman (26) yê ji gundê El-Îdaniyê dema ku zeviyê xwe av dida, bi parçeya mûşeka dewleta Tirk a dagirker birîndar bû û li kêlek wê jî Mihemed Eyûb (60) jî birîndar bû.

Ji dema dagirkirina Girê Spî û gundewarên wê ve, êriş û topbaranên dewleta Tirk a dagirker li dijî gundewarên Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê ranewestîne, tevî Mihemed Elî Osman û Mihemed Eyûb ve, 60 welatî şehîd bûne, di nav de jin û zarok hene.

Dagirkeriya Tirk bi êrişên xwe peymana agirbesta ku di 22'yê Cotmeha 2019'an de li Sotçiyê hatibû îmzekirin binpê dike. Li gorî peymanê divê êrişên leşkerî rawestin û QSD’ê heta 32 kîlometreyan dûrî sînorê Sûriye-Tirkiyê vekişe û dewriyeyên hevbeş li kûrahiya 9 kîlo mitre dûrî sînor hebe.

Lê piştî ku Erdogan peyman îmze kir jî, êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmê berdewam dikin, di van demên dawî de jî dewleta Tirk bi balafirên bêmirov hedefgirtina welatiyan û herêmê zêdetir kir.

(dx)

ANHA