​​​​​​​‘Yên ku ders ji kiryarên xwe dernexin dîrokê dûbare dikin’

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Kurdiyar Direî, bertek nîşanî hevkariya malbata Barzanî bi dewleta Tirk re û êrişên wan ên li ser qadên gerîla da. Direî bal kişand ser dîroka PDK’ê ku bi xiyanetê dagirtî ye û got, “Ji bo kesên ku wate nadin û dersan dernaxin, dîrok xwe dubare dike. Dijmin jî qesî hinek kurdan şoreşên wan têk nebirine.”

​​​​​​​‘Yên ku ders ji kiryarên xwe dernexin dîrokê dûbare dikin’
10 gulan, 2022   05:36
QAMIŞLO – HEVAL TAYLAN

Di serkêşiya malbata Barzanî de PDK a ku bi hevkariya dewleta Tirk êrişî qadên gerîla dike, berjewendiyên xwe yên şexsî li pêş berjewendiyên gelê Kurd digire û bi vê yekê xeta xwe ya xiyanetê didomîne. Malbata Barzanî berê hin gotinên weke “şerê kurdan li dijî kurdan heram e” bi kar anîbûn. Di van rojan de êrişên li ser gerîla pêk tên, diyar dikin ku ev nêzîkbûna wan tenê ji gotinan pêk tê. Her wiha nîşan dide ku Barzaniyan da ku berjewendiyên xwe biparêzin hemû nirxên neteweyî didin aliyekî.  

 ‘JI BO YÊN KU DERSAN DERNAXIN DÎROK XWE DUBARE DIKE’

/kr/uploads/files/2022/05/09/193633_kurdiyar-dirh.webp

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Kurdiyar Direî, li hemberî polîtîkayên malbata Barzanî û PDK’ê bertekên xwe anîn ser ziman û diyar kir ku ji bo yên ku ji dîrokî dersan dernaxin dîrok xwe dubare dike û wisa pê de çû, “dîrok ti carî xwe dubare nake. Lê ji bo yên ku ji dîrokê dersan dernaxin û wate nadinê, dîrok xwe dubare dike. Dema em li dîrokê dinêrin, gelê Kurd ji bo kîjan şoreşê serî rakiribe rastî nankorî û xiyanetê hatiye, ji ber vê şoreş bi ser neketine. Ango rola dijmin jî qesî van kurdên xayîn di têkbirina şoreşan de tine. ”

‘BI ZIMANÊ DIJMIN DIAXIFIN’

Direî, bal kişand ser daxuyaniyên vê dawiyê yên rayedarên PDK’ê û bi van gotinan bertekên xwe nîşan da, “ji bo êrişên dewleta faşîst a Tirk ên li Başûr li ser gerîla pêş dixe, di şerê ku li çiyayên Kurdistanê dimeşîne de propagandaya ‘gerîla li Başûr, li ser gelê Kurd xwe ferz dike, ev ne Kurd in’ dimeşîne. Ji bo vê pêwîst nake mirov dijmin lêpirsîn bike, jixwe dijmin e û dê wisa bibêje. Dikare her tiştî jî bibêje û bike. Diyar e di vê mijarê de divê em kê lêpirsîn bikin; rayedarên PDK’ê yên ku van gotinên dijmin bi dengekî bilind tînin ziman û ragihandina wê divê were lêpirsînkirin. Bi zimanê dijmin diaxifin û li dijî Tevgera Azadiyê dibêjin, ‘rêxistineke terorî ye û divê ji welatê me derkeve.’ Îdîa dikin ku ne dijmin, Tevgera Azadiyê Kurdistan parçe kiriye.”

MÎNAKA BRÎTANYA Û HÎNDÎSTANÊ

 Kudiyar Direî, bi mînakeke dîrokî bal kişand ser xiyaneta PDK’ê û got, “Ger em li dîrokê binêrin; Mesûd Barzanî, ne Mele Mistefa Barzanî ye; Mesrûr Barzanî jî, ne Mesûd Barzanî ye. Di dema xwe de li dijî rejîma Bexda berxwedaniyek nîşan dabûn. Lê ji bo roja îro rewa bikim dixwazin mînakekê ji Hîndîstanê bidim. Dema Brîtanya Hîndîstan dagir kir, rûmeteke berxwedêran hebû, lê dema Îngîlîzan li dijî wan pere weke çekekê bi kar anîn digotin ‘ger tu wan sîle jî bike dengê xwe dernaxin.’ Çima ev gotin kirin? Ji ber ku hinekên wan berjewendiya wan pere bû û ji ber vê dev ji berxwedanî berdan. Bi taybetî piştî salên 1991’an û dema di 2003’yan de rejîma Bexda rûxiya, her kesî xeyal dikir ku ji bo giştî Kurdistan azad bibe bingehek çêbûye. Lê mixabin Başûr ket bin tesîra berjewendiyên malbatên li Silêmaniyê û Hewlêr. Bi taybetî jî malbata Barzanî.”

JI XIYANETÊ RE HINCET

Kurdiyar Direî, diyar kir ku PDK wisa nîşan dide ku neçar e bi dewleta Tirkiyê re têkiliyan pêş bixe û got, “Van tiştan weke hincet tîne ziman, partiyeke ku berjewendiyên gel difikire bi dijmin re hevkariyê nake.” Direî bi vî awayî dirêjî da axaftina xwe, “Tiştê ku îro li Başûr malbata Barzanî pêk tîne nakeve xizmeta civaka Kurd, nakeve xizmeta têkoşîn û şoreşa gel; dijberî vê li hemberî gelê Kurd dijminahiyeke mezin dike. Rast e, li Başûr herêmeke federal heye, bi her kesî re di nava têkiliyan de ye. Lê ev yek nabe hincet ku li ser xwîna şehîdên gelê Kurd, li ser têkoşîna gelê Kurd bazariyan bike. Weke hinceteke dibêjin, ‘em neçar in van têkiliyan pêş bixin.’ Lê divê weke rewşenbîran em vê yekê bînin ziman, ti tişt nabe hincet ku mirov luleya tifinga xwe bixe sînga birayên xwe.”

‘NE DÎROK QEBÛL DIKE NE JÎ GEL’

Her wiha Direî bal kişand ser van xalan, “Dixwaze bila gerîla be dixwaze bila peşmerge be, guleya ku li hemberî kesekî ku ji bo gelê Kurd şer dike were avêtin, em ê weke guleya xiyanetê bi nav  bikin. Di demeke ku li ser Rojava û Şengalê xeterî zêde bûne de; li pêşiya têkoşîna gerîla ku li dijî dijmin şer dike, li çiyan ji bo gelê xwe têkoşîn dike, ji bo vê xwe perwerde kiriye bûyina asteng; ev yek ji bo berjewendiyên şexsî û aborî, ji bo li ser deshilatdariyê mayînê kirin, ji bo dîrokê daxmayeke reş e. Ne dîrok, ne jî gelê me vê qebûl dike.”

‘GELÊ KURD RASTIYÊ NAS DIKE’

Kurdiyar Direî, bi van gotinan bal kişand ser zanebûna gelê Kurd di vê mijarê de, “Gel ne gelê berê ye. Bi taybetî gelê Başûr gelek tiştan baş dizane. Ger were bîra we, piştî êrişên DAIŞ’ê yên 2014’an gelê Hewlêrê û Silêmaniyê bi çoşeke çi rengî pêşwaziya gerîla kiribûn. Ji ber ku dizanîn yên ku Kurdistanê diparêzin gerîlan e. Gerîlayên ku wê demê Hewlêr, Silêmaniyê û Dûhok diparastin, îro ji aliyê malbata Barzanî û rayedarên PDK’ê ve weke terorîst tên pênasekirin. Lê gelê me dizane ka ya rast çi ye.”

Direî, bi gotina “Avakirina Kurdistanê, bi Amerîka çêkirina qesran û li bankayên Ewropa komkirina pereyan nabe ” bal kişand ser milkên malbata Barzanî û wisa berdewam kir,  “Ji bo van berjewendiyên xwe yên şexsî û malbatî pêşeroja gelê Kurd û Kurdistanê di xeteriyê de ye.”

‘RENGÊ XETA SOR BER BI KESKBÛNÊ VE DIÇE’

Kurdiyar Direî, bal kişand ser ku rayedarên PDK’ê di daxûyaniyên xwe yên berê de digotin ‘em şerê di navbera kurdan de nakin’ lê ev yek niha ziviriyê dijberî wê û wisa pê de çû, “Di şerên di navbera YNK û PDK’ê de ji herdu aliyan gelek windahiyên canî çêbûn. Piştî wê van herdu partiyan da ku piştgiriya Tirkiyê bikin êrişî qadên gerîla kirin, jixwe vê yekê rê li pêşiya windahiya çiqas can vekir, me hemûyan dît. Birêz Mesûd Barzanî daxûyaniyek da û got, ‘şerê di navbera kurdan de xeta me ya sor e.’ Lê mixabin ji ber berjewendiyên malbatî û partiyê, rengê ev xeta sor îro hêdî bi hêdî berv bi keskbûnê ve diçe, ev yek pir zelal tê dîtin. Çawa diyar dibe? Erdoganê ku di xwîna sedan kurdan de destê wî heye, li ser ekranên televîzyonan bang dike û dibêje, ‘em spasiya hevkarên xwe yên Başûrî dikin.’ Yên ku dibêje hevkar jî rayedarên PDK’î ku girêdayî malbata Barzanî ne. Pesna wan dide û dibêje, ‘em li gel wan sedvaniya terorîstan dikin.’ Kesên ku dibêje terorîst jî, zarokên vî gelî ku hemû jiyana xwe fedayî vî gelî kirine û dev ji her tiştê xwe yên şexsî berdane. Yên ku ji bo jiyaneke azad ber xwe didin, îro ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê û malbata Barzanî ve weke ‘terorîst’ tên pênasekirin. Dîrok vê yekê qebûl nake. Heya ku gelê me heye, dê vê yekê şermezar bike û wê dîrok hesabê wê jî bipirse.”

BANGAWAZÎ

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Kurdiyar Direî, bi van bangawaziyan dawî li gotinên xwe anîn, “Weke rewşenbîran li dijî van kiryaran hemûyan em bang li gelê xwe dikin ku li derdora gerîla, li derdora pergala demokratîk û xweser ya li Rojava bibin xelek; divê em nehêlin ku bi destê dewleta faşîst a Tirk xwîna gerîla û peşmergeyan were rijandin. Herî dawî em bangî PDK’ê dikin, ger mîrasekî te ku îro gelê me pê şanaziya xwe tîne ziman hebe jî, îro ev mîras ji aliyê kesên ku li ser navê malbata Barzanî diaxifin ve ji erdê re dibe yek. Ji aliyê gelê me ve jî tê dîtin ku kiryarên we yên îro ber bi xiyanetê ve diçin.”

ANHA