​​​​​​​Li Şengalê nerazîbûnên li hemberî hebûna artêşa Iraqê didomin

Li Şengalê çalakiyên civakî yên li hemberî hebûna artêşa Iraq a di nav gund û kolanên Şengalê her diçe berfirehtir dibe. Li Sînûnê ciwanan çalakiyek li dar xist û xwestin artêş ji nav gund û bajaran derkeve, tenê Asayîşa Êzidxan û polîsên federalî yên Iraqê bimînin.

​​​​​​​Li Şengalê nerazîbûnên li hemberî hebûna artêşa Iraqê didomin
8 gulan, 2022   16:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiyên dijî hebûna artêşa Iraqê ya li nav gund û bajarên Şengalê berdewam dikin.

Li navçeya Sinûnê ya Şengalê çalakiyek hate kirin. Çalakvanan car din daxwazên xwe anîn ser ziman û xwestin hemû hêzên leşkerî yên weke artêşa Iraqê û hêzên PDK’ê yên wek Qasim Şeşo ji nav gund û bajaran derkevin.  Çalakvanan diyar kirin ku divê tenê polîsên Iraqê û Asayîşa Êzidxan parastina nava gund û bajaran bike.

Di çalakiyê de dirûşmeyên weke, “Bila artêş ji gund û bajaran derkeve” û “Kî bazdan: pêşmerge” hatin berz kirin.

Gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Di nav beşdarvanan de siyasetmedarê Êzidî Şêx Semîr jî hebû. Şêx Semîr axivî û got; “Em jî îro li vir amade bûne û beşdarî çalakiya van ciwanan dibin. Çi kar û xebatên ku di bin xizmeta civaka me de bêkirin, hebe em ê têde cîh bigrin. Ciwanên me tên çalakiyan dikin û dibêjin nabe artêş di nav gund û bajaran de bimîne. Em jî beşdarî vê daxwaza ciwanên xwe dibin û heya dawî jî piştevanên wan in. Şengal birîndar e, êdî bese, yê heya kengê ev pêkanîn û zext li ser Şengalê bêne pêkanîn. Em dixwazin hin guherînan çêbikin da ku em bikarin dayîk û xwişkên xwe ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin. Yên heyî jî bipirsin, biparêzin. Em naxwazin cardin weke fermana 2014'an li me were. Em naxwazin artêş bikevin nava gundan. Bila lihevkirinên civakî û siyasî em pêk bînin ne yên leşkerî ferz bikin. Bi şer ti tişt safî nabe. Divê ziman û rêya dîplomasî bê hilbijartin. “

Li ser daxwaza ciwanan jî Şêx Semîr wiha got; “Em ciwan dixwazin artêş derkevin ji gund û bajaran. Çi Haşdî Şabî be, çi YBŞ-YJŞ be. Vêna dixwazin. Em hêvîdarin hikûmet li ser vê esasê daxwaza civaka me pêkbîne, ti ferq û cûdahî nexe nava van hêzan. Ciwanên me yên amade ne, daxwazê wan çibin em li pişt van daxwaza wanin.”

Li ser pirsa rewşa Şerfeddin ku Laleşa pîroz ya civaka Êzidî ye heman demê de ji aliyê hêzên çekdar yên peşmergeyên PDK’ê ve hatiye dagirkirin û di bin kontrola wan de tê girtin jî Şêx Semîr vê bersivê da; “Peşmerge, ne pêşmerge hemû mecbûrin vê daxwazê pêkbînin. Haydar Şeşo jî hate derxistin ji vir. Bê ferq û cûdahî hemû divê derkevin û biçin cihên xwe.”

Ciwanên ji me re axivîn gotin ku ew hemû bi heman daxwazê hatine gel hev û gotin: “Ew bi biryarin heya ku artêş ji gund û bajaran dernekeve ewê çalakiyên xwe. Em naxwazin cardin bi fermanekî din rû bi rû bimînin û asayîş û polîs ji bo parastina hundirîn bese.”

Şîrîn Şengalî jî got ku ew li dijî ketina artêşê ya nav gund û bajaran vê çalakiyê dikin û got: “Nabe artêş bikeve nav civakê, guleyan, teqemeniyan biteqîne û civakê bitirsîne. Em li dijî vê disekinin. Heta artêş derbikeve yê çalakiyên me berdewam bike. Bila bes van êrîşan pêk bînin. Zarok jî, em jî derbeder dibin. Ya din ezmûna zarokên me hene. Divê îdareya me ya Şengalê bê naskirin. Em hêzek ne ji me be jî qebûl nakin. Baweriya me tinê ji civaka me ye. Ew hêzên ku fermana 2014’an de li ber xwe dabûn hêzên ku em dixwazin e bimîne.”