Yekitiya Giştî ya Odeyên Bazirganiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bû

Kongreya damezrîner a yekitiyên odeyên bazirganiyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi avakirina yekitiya giştî û hilbijartina hevserokatiya wê bi dawî bû.

Yekitiya Giştî ya Odeyên Bazirganiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bû
Yekitiya Giştî ya Odeyên Bazirganiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bû
Yekitiya Giştî ya Odeyên Bazirganiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bû
Yekitiya Giştî ya Odeyên Bazirganiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bû
8 gulan, 2022   14:20
HESEKÊ

Kongreya Damezrêner a Yekitiya Odeyên Bazirganiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya "Bi şoreşa zihnî em civaka demokratîk û aboriya civakî ava dikin" li dar ket.

Kongrê bi amadebûna 200 delegeyên odeyên bazirganiyê, Desteya Aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûnerên saziyên sivîl li hola Serdem a çandê ya bajarê Hesekê hate lidarxistin.

Di kongreyê de Hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso geşedanên siyasî nirxand.

Hiso her wiha bal kişand ser rola bazirganinan di pêşerojê de bi taybet di demên şer de kir û got, divê roleke exlaqî be û têkeve xizmeta civakê bilîzin .

Xerîb Hiso anî ziman ku divê bazirgan xizmeta civakê bikin, layîqî destkeftiyên şehîdan bin û tev li projeyên aborî bibin ku xizmeta civakê bibin.

Her wiha endamê komîteya amadekar a kongreyê Ednan Îbrahîm axivî, behsa girîngiya destekdayîna bazirganan bi rêya odeyên bazirganiyê di başkirina rewşa aborî de kir ku dijmin nikaribin di aliyê aborî de şerê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.

Ednan Îbrahîm diyar kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aloziya aborî de gavên aborî û dîrokî avêtin lê ev yek têrê nake û divê xebateke mezintir hebe da ku ji bûyerên ku rastî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên, derkevin.

Piştre raporên salane yên yekitiyên odeyên bazirganiyê yên li herêmên Rêveberiya ji aliyê endama Komîteya Amadekar a kongre Leyla Îbrahîm ve hate xwendin, rewşa rêxistinî û kêmasiyên ku rastî wan tên, hatin nîqaşkirin.

Her wiha rêzikname hate erêkirin û bi vê yekê û li gorî rêziknameyê Yekitiya Giştî ya Odeyên bazirganiyê li herêmên Rêveberiya Xweser bi navê "Yekitiya Odeyên Bazirganiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê" hate avakirin.

Di dawiyê de Leyla Îbrahîm û Omer Elî weke hevserokên Yekitiya Odeyên Bazirganiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin hilbijartin.

(bx)

ANHA