​​​​​​​Li Nîjeryayê êrişa çeteyan: Herî kêm 48 kes hatin kuştin

Çeteyan êrişî sê gundên bakurê rojavayê Nîjeryayê kirin û di encamê de herî kêm 48 kes hatin kuştin.

​​​​​​​Li Nîjeryayê êrişa çeteyan: Herî kêm 48 kes hatin kuştin
8 gulan, 2022   17:22
NAVENDA NÛÇEYAN 

Çeteyan bi çekan êrişî sê gundên eyaleta Zamfar a  bakurê  rojavayê Nîjeryayê kirin. Yek ji rayedarên navçeya Bûkara Aminu Soleiman, di daxuyaniya ku da AFP’ê de diyar kir ku çeteyan li sê gundan (Damrî, Garîn û Kalahe) bi giştî 48 kes kuştine.

Gundê ku herî zêde bandor lê bûye, Damrî ye. Li vî gundî 32 kes hatine qetilkirin.

Soleiman wiha got: “Kesên bi çek êrişê nexweşxaneyeke Damriyê kirin, nexweşên ku derman dibûn qetil kirin, 2 ewlekar kuştin û wesayîteke polîsan şewitandin.”

Hat zanîn ku bi hatina cihê bûyerê ya leşkeran re, çeteyan sewal û dexil û danê ku desteser kirine li pey xwe hiştine û reviyane.

Tevî ku operasyonên leşker û efûyên ku rayedaran kirine, li vê navenda herî qerebalix a bakurê rojavayê Efrîkayê li ser hev êriş tên kirin.