Kongreya Damezrêner a Yekitiya Odeyên Bazirganiyê dest pê kir

Bi dirûşma "Bi Şoreşa zihnî em civaka demokratîk û aboriya civakî ava dikin", Kongreya Damezrêner a Yekitiya Odeyên Bazirganiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir. Tê payîn ku rêziknameya yekitiyê bê erêkirin û hevserok bên hilbijartin.

Kongreya Damezrêner a Yekitiya Odeyên Bazirganiyê dest pê kir
8 gulan, 2022   10:02
HESEKÊ

Beriya çend kêliyan bi dirûşma "Bi Şoreşa zihnî em civaka demokratîk û aboriya civakî ava dikin", Kongreya Damezrêner a Yekitiya Odeyên Bazirganiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir. Armanc ji kongreyê nirxandina xebatên odeyên bazirganiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û avakirina yekitiyeke giştî ya Odeyên Bazirganiyê û hilbijartina hevserokên wê, tê lidarxistin.

Kongre li Hola Seredem a Çandê ya li taxa Mişêrfe ya bajarê Hesekê tê lidarxistin û tê de tevî nûnerên saziyên sivîl, 200 delegeyên Odeyên Bazirganiyê û Desteya Aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûne.

Di destpêka kongreyê de hevserokê Nivîsgeha Rêxistinî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ferhan Dawûd bixêrhatina beşdaran kir û dîwana kongreyê hat hilbijartin.

Li gorî bernameya kongreyê, dê raporên salane yên odeyên bazirganiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin nîqaşkirin, yekitiyeke giştî ya Odeyên Bazirganiyê were avakirin, rêziknameyeke hevpar were erêkirin û hevserokatiya yekitiyê were hilbijartin. Tê payîn ku kongre bi encamnameyê bi dawî bibe.

(dx)

ANHA