Li herêma Firatê bi deh hezaran daketin qadan û piştgirî dan gerîla

Bi deh hezaran şêniyên herêma Firatê daketin qadan û êrişên qirkirinê yên dagirkeriya Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kirin. Şêniyan pêştevaniya xwe bi berxwedana afsanewyî ya gerîla re nîşan da.

Li herêma Firatê bi deh hezaran daketin qadan û piştgirî dan gerîla
8 gulan, 2022   11:48
 KOBANÊ

Bi dirûşma “Bi îradeya gelan û gerîla em ê dagirkerî, faşîzmê û xiyanta PDK`ê têk bibin” bi deh hezaran xwepêşandêr daketin Qada Jina Azad a li bajarê Kobanê û êrişên qirkirinê yên ku dewleta Tirk a dagirker ji 17`ê Nîsanê ve li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne şermezar kirin. Her wiha piştgiriya xwe ji berxwedana gerîla re nîşan dan.

Şêniyên Kobanê û gundên wê, navçeya Sirîn, Eyn Îsa û Girê Spî yên ji pêkhateyên Kurd û Ereb beşdarî xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandêran wêneyên şehîdan û rêber Abdullah Ocalan bilind kirin û bi dirûşmên “Bijî gerîla, şehîd namirin, bimire îxanet, bijî berxwedana Şengalê” berê xwe dan Qada Aştiyê ya li bakurê bajêr.

Li wê derê axaftin hatin kirin. Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê Hisên El-Şêx behsa vedenga Şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bi van gotinan xîtabî hevkarên dijmin kir: “Bes hesaban li ser vî welatî bikin. Hêz, îrade û baweriya me heye, em ê li ber xwe bidin û girêdayî vê xaka pîroz bin.”

El-Şêx destwerdanên derve li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û wiha soza berxwedanê da: “Em di dewamkirina vê projeyê de bi israr in, projeya Rêveberiya Xweser projeya xilasiyê ye ji bo tevahî herêmên Sûriyê.”

Firyaz Berkel ku hevseroka Desteya Diravî ya herêma Firatê ye jî wiha axivî: “Girîng e em dost û dijminê xwe ji hev derxin. Lê mixabin, malbata Barzanî xeta xiyanetê pejirandiye. Me her ji wan re gotibû ku dev ji vê xetê berdin, lê guh nedidan.”

Firyaz pesna berxwedana gerîlayên azadiyê da û diyar kir ku dê her tim serkeftin para wan be. Firyaz wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di bin siya Rêveberiya Xweser de, dê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidestxistina destkeftiyan dewam bikin. Malbatên hemû şehîdan li vir amade ne û wêneyên ewladên xwe yên şehîd rakirine, helbet yê bi ser dikevin ew in.”

Firyaz bal kişand ser şerê taybat ku civakê hedef digire û ciwan hişyar kirin ku xwe ji wî şerî biparêzin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji dema destpêkirina êrişên dagirkeriya Tirk li ser Başûrê Kurdistanê û vir ve, çalakiyên protestoyî li seranserê bajarên Rojava ranewestiyane.

(cx)

ANHA