Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîlayên YJA Starê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîlayên YJA Starê ku 26'ê Nîsanê li qada Werxelê hatibû lidarxistin û di encamê de 8 dagirker hatibûn kuştin weşand.

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîlayên YJA Starê weşand
8 gulan, 2022   09:36
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:

"26’ê Nîsanê hêzên me yên YJA Starê komek dagirkerên li dora Qada Berxwedanê ya Werxelê xistin bin kontrola xwe û saet di 18:40’an de bi çekên giran li dagirkeran dan. Di vê çalakiyê de 8 dagirker hatin hatin kuştin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Artêşa Tirk a dagirker êvarê qad bombebaran kir û bi alîkariya helîkopteran şehîd û birîndarên xwe ji qadê derxistin."