Li başûrê Şamê çekdarên alîgirên Îranê bi hev ketin; 7 kuştî

Şeva din li herêma Seyîde Zeyneb a başûrê Şamê di navbera çekdrên ne sûrî yên alîgirên Îranê de şer derket, di encamê de di nav de zarokek 7 kes hatin kuştin.

Li başûrê Şamê çekdarên alîgirên Îranê bi hev ketin; 7 kuştî
8 gulan, 2022   08:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku şeva din li herêma Seyîde Zeyneb a başûrê paytexta Sûriyê Şamê di navbera çekdarên ne sûrî de şer derket. Li gorî SOHR`ê, di şer de di nav de zarokek 7 kes hatin kuştin, 3 kesên din jî birîndar bûn.

Şerê li herêma Kûi Sûdan ê li Seyîde Zeyneb di navbera çekdarên ku tê texmînkirin Efgan in û çekdarên din yên ji nasnameyên ne sûrî de derket. Ew komên çekdar alîgirên Îranê ne.

SOHR`ê da zanîn li Seyîde Zeyneb hejmareke mezin a çekdarên alîgirên Îranê hene, ji ber wê jî rewşa ewlehiyê tevlîhev e.

(eh)