​​​​​​​Welîd Çolî: Li dijî projeyên zordestiyê pêwîstî bi îtifaqa gelan heye

Berpirsê Têkiliyên Giştî yê Navenda Lêkolînan a Firatê Welîd Çolî diyar kir ku projeya Osmaniya Nû ji projeyên beriya wê berfirehtir e û anî ziman, “Ev proje li ser hesabê gelê Kurd û gelên din ên herêmê ne. Ji lewre pêwîstî bi yekitî û hêza gelan heye.”

​​​​​​​Welîd Çolî: Li dijî projeyên zordestiyê pêwîstî bi îtifaqa gelan heye
8 gulan, 2022   06:42
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Li çiyayên Kurdistanê gerîlayên azadiyê, li gund û bajaran jî xelkê herêmê li dijî van êrişan li ber xwe didin. Di dîrokê de li dijî êrişên qirkirinê gelan her tim li ber xwe daye û yekitiya xwe xurt kiriye.

Têkildarî mijarê Berpirsê Têkiliyên Giştî yê Navenda Firatê ya Lêkolînan Welîd Çolî ji ajansa me re nirxandin kir.

Welîd Çolî diyar kir ku hêzên desthildar bi Peymana Lozanê, gelê Kurd bi taybet di milê çandî û siyasî ve di erdenîgariya welatê wan de ew bê maf hişt. Çolî wiha dewam kir: “Pêkhateyên din jî hebûn mîna suryan, asûr û ermenan. Lê yê herî zêde zirar ji wan dît gelê Kurd bû. Gelek serhildan li hemberî sîstemên li Rojhilata Navîn û bi taybet li hember hêzên dagirkerên Kurdistanê rabûn.”

Welîd Çolî bal kişand ser siyasetên şovenîst ên li Bakurê Kurdistanê hatin meşandin û diyar kir ku gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê ji destê rejîmên destilatdar gelek zilm û zor dît. Çolî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bilî tirkan, dîroka pêkhateyên din ên li ser wê axê ji aliyê rejîmên ku hatine ser hikumê ve, nedihat qebûlkirin. Ji 1923`an ve û heta niha jî ev rewş dewam dike.”

'OSMANIYA NÛ JI XWE RE STRATEJÎK DIBÎNIN'

Welîd Çolî îşaret bi projeyên rejîma heyî ya Tirkiyê kir û da zanîn ku piştî darbeya Îlona 1980`î bi navê komara duyemîn sîstemeke Îslama radîkal hat destpêkirin û wiha domand: “Dewleta Tirk di salên 1990`î de dest bi projeyan kir; Turgut Ozal projeyeke bi navê 'Osmaniya Nû' pêşniyar kir, sîstemên ku li dû Ozal jî hatin ev proje ji xwe re stratejîk dîtin.”

Welîd Çolî 'Osmaniya Nû' wiha pênase kir: “Osmaniya Nû ji ya kevn berfirehtir e, tê de dewletên Qefqasya û Asya Navîn hene, bi vê yekê bi awayekî ne fermî anku bi destwerdana aborî û siyasî dixwaze sînorê xwe yê bi Bakurê Afrîkayê re di Rojhilata Navîn de vegerîne. Projeya duyemîn a ku niha dewleta Tirk bi awayekî pratîkî li ser kar dike; Mîsaqî Millî ye. Ew mîsaq ji parlamantoya Osmanî derketiye. Ev mîsaq li ser esasê xistina vê erdenîgariyê di xizmeta dewletên neteweyî de hatiye derxistin, dîsa jî li ser hesabê Kurd û pêkhateyên din e.”

'NETEWDEWLET JI SÎSTEMÊN BI YEKITIYA GELAN AVA DIBIN, TENGAV DIBIN'

Welîd Çolî di nirxandinên xwe de behsa Partiya Karkerên Kurdistanê kir û diyar kir ku niha PKK`ê di îdeolojiya xwe de rizgarkirina gelên bindest ji sîstemên zordest esas digire ya bi rêya avakirina rêveberiyên xweser ku niha nimûneya wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye. Çolî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Ji ber ku gel bi awayekî wekhev di nava sîstema nenavendî de bi hev re dijîn, dewletên neteweyî mîna dewleta Tirk, Sûriye, Iraq û Îranê ji van sîsteman tengav dibin.”

Welîd Çolî mînaka yekitiya gelan li hemberî sîstemên zordest û dagirkir ya di dema împeratoriya Asûran de bi bîr xist û ev tişt anîn ziman: “Ev împratorî li tunebûna pêkhateyên derdorê geriya; li hemberî wê bi pêşengiya Medan yekitî hat avakirin. Bi wê yekitiyê împratoriya Asûran hat hilweşandin. Em dikarin vê pêvajoya dîrokî bikin mînaka têkbirina desthildaran ji aliyê azadîxwazan ve.”

'DI PÊVAJOYA HEYÎ DE YEKITIYA GELAN TÊ XWESTIN'

Berpirsê Têkiliyên Giştî yê Navenda Firatê ya Lêkolînan Welîd Çolî daxuyand ku niha jî heman pêvajo heye û rewşeke giran û zehmet tê jiyîn. Çolî her wiha destnîşan kir ku sîstemên netewperest piştgiriya xwe ji dewletên kapîtalîst digirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê yekê di vê pêvajoyê de yekitiya gelan tê xwestin. Dewleta Tirk wekî ku hebûna xwe li ser tunebûna gelê Kurd dibîne, her wiha hebûna xwe li ser tunebûna PKK`ê dibîne. Di vê pêvajoyê de hêza gel tê xwestin, yekitî û baweriya gelan ku ev sîstemên heyî temsîla wan nakin, pêwîst e.”

Welîd Çolî wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Du pêşinyar ji bo dewleta Tirk hene, beriya niha jî Rêber Abdullah Ocalan jî ev yek gotiye; yek ji wan pêşniyaran ku projeya demokratîk qebûl bike pê re sîstemeke nenavendî li Tirkiyê ava bibe, avakirina vê sîstemê ji bo dewletên din jî derbasdar e. Lê mixabin şepêla radîkal li Tirkiyê ya bi feraseta 'Gurên Boz', vê yekê qebûl nake. Ji ber vê yekê divê gel berxwedanê geş bike.”

ANHA