ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-05-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-05-2022
7 gulan, 2022   23:00

-Tevgera Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê ji bo piştgiriya berxwedana gerîlayan çalakiyekê li parka Kawa li dar dixe, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Odeya Bazirganiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kongreya xwe ya yekemîn li bajarê Hesekê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi beşdarbûna PDK'ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê meşekê li dar dixe, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama Komîteya Amadekar a `Meşa rûmetê li dijî dagirkerî û îxnetê` diyar kir ku tevlîbûna pêkhateyên herêma Cizîrê ji meşa rûmetê re herikbarîneke bi hêz û berxwedêr bû û got, yekitiya Kurd û ereban derket holê û bi hev re gotin `em ê li beramberî dagirkerî û ixanetê li ber xwe bidin`.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên Efrînê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker teqezî li ser berxwedanê kirin û bêdengiya Rûsya ya garantor û civata navneteweyî ya li beramberî van êrişan şermezar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên eşîrên ereban diyar kir ku gelê Rojhilata Navîn ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi komkujiyên nû re rû bi rû ne. Li ser vê bang li gelan kir ku yekitiya xwe ava bikin, hebûna xwe biparêzin û li dijî êrişên Osmaniya nû bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berpirsê Têkiliyên Giştî yê Navenda Lêkolînan a Firatê Welîd Çolî diyar kir ku projeya Osmaniya Nû ji projeyên beriya wê berfirehtir e û anî ziman, “Ev proje li ser hesabê gelê Kurd û gelên din ên herêmê ne. Ji lewre pêwîstî bi yekitî û hêza gelan heye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Li gorî çavdêran, piştî biryara efûyê ya serokatiyê li beramberî hejmara yên di girtîgehên hikumeta Şamê de hejmareke kêm a girtiyan hatin berdan, parlamanterên serbixwe yên Iraqê li beramberî kêliyeke çarenûsî ne û hevrikeke xurt di navbera Hevbendiya Înqaz Wetan û Çarçoveya Koordînekirî de heye.

- Rojnamevan û nivîskarê urdinî Redad El-Qelab destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya êrişên xwe yên li dijî Başûrê Kurdistanê komkujiyên berê yên li dijî gelên herêmê pêk anîne, dubare dike. Her wiha bang li gelên herêmê kir ku bibin yek û li hember komkujiyên dewleta Tirk bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Her çiqasî dewleta Tirk a dagirker bi êrişên dagirkeriyê yên ku di van demên dawî de dabûn destpêkirin hewl da atmosfera serketinê ya li dijî şervanên azadiyê yên Kurd biafirîne jî, dîmenên çalakiyê yên ku di çapemeniyê de hatin weşandin careke din derket holê ku rastî berovajî we ye.

ANHA